Rojnamevan Selman Keleş hate binçavkirin

Rojnamevan Selman Keleş ê berî çend rojan ji girtîgehê hatibû Beran li ser nerazîbûna dozger hate binçavkirin.

Rojnamevan Selman Keleş tevî Arîf Aslan di 20'ê Adarê de nûçe dişopandin û hatibûn girtin, 8 meh şûnde derxistibûn pêşerî dadgehê. Keleş û Aslan di 21'ê Mijdarê de li dadgehê hatibû berdan, li ser îtîrza dozger dîsa di derbarê wan de biryara girtinê hatibû dayîn.

Keleş ê ku di derbarê wî de biryara girtinê hebû li Amedê hat binçavkirin. Keleş piştî hat binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Amedê. Li bendê ye Keleş bi rêya SEGBÎS'ê di nava 24 saetan de wî derxin dadgehê.