Rojnamevan Evren ji girtîgehê derket

Rojnamevan Kîbriye Evren piştî biryara berdanê ya dadgehê û şûnde ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate berdan.

Rojnamevan Kîbriye Evren, di 9'ê Cotmeha 2018'an de li Amedê li gel 142 kesan hatibû destgîrkirin û piştre bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin. Evren piştî biryara berdanê ya di 8'emîn danişîna doza Evren ya li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de pêk hat û şûnde ji girtîgehê derket.

Evren a di serên şevê de ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate berdan, ji aliyê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Salîha Aydenzî, malbat, endamên Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya û hevrêyên wê yên rojnamevan ve hate pêşwazîkirin.