Rojnamevan Evren: Em bi biryar in!

Rojnamevana dîlgirtî Kibriye Evren ku ev 40 roj in di greva biçîbûnê de ye, peyameke nivîskî şand û got, "Di girtîgehan de heyameke nû ya dîrokî rû daye" û diyar kir ku divê tecrîd bê rakirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, di roja 78'an de didome. Rojnamevan ji 9’ê Cotmeha 2018'an heta niha girtî ye Kîbriye Evren, 16’ê Kanûnê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Kîbriye Evren a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi hevalên xwe Evin Kaya û Hilal Olmez re ketî greva biçîbûnê, di roja 40’an de çalakiya xwe didome. 

Evren, peyamek nivîskî ji şand derve û di peyama xwe de bal kişand ser rewşa tendirûstî ya Leyla Guvenê û got ku her diçe rewşa wê girantir dibe, lewre divê demildest daxwazên Guvenê bêne pêkanîn. Evrenê da zanîn ku heta daxwazên wan pêk bên wê bi biryardarî çalakiya xwe bidomînin.

Her wiha Evrenê bang li her kesî kir ku peywira xwe ya exlaqî û wijdanî pêk bîne, guh bide daxwazên Leyla Guvenê û ji bo pêkanîna wan bikeve tevgerê. Evren got, "Daxwazên me mafdar û rewa ne, lewre heta çalakiya me bigihêje encamê em ê li ber xwe bidin, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdawî û bê dorveger bidomînin." 

Evren herî dawî bal kişand ser çand û kevneşopiya berxwedanê û got, "Yên li ber xwe dayî, tim bi ser ketine. Dîrokê ev nîşanî me daye. Niha jî dîsa yên li ber xwe didin wê bi ser bikevin."