Rojhat Harûn: Bi vîna xwe ya azad tevlî nava refên têkoşînê bûm

Gerîla Rojhat Harûn, ku malbata wî yek ji wan malbatan e ku dewleta Tirk wan li ber avahiya HDP'ê kom dike, diyar kir ku ew bi îradeya xwe ya azad tevlî nava refên gerîla bû.

Dewleta Tirk a dagirker ku bi şerê çekdarî û pîlanên xwe yên qirkirinê nikare bi têkoşîna gelê Kurd, bi salane rêbazên şerê taybet bi kar tîne û bi vê yekê hewl dide civaka Kurd ji têkoşînê qut bike. Yek ji van rêbazên dewleta Tirk jî bicihkirina çend malbatan li ber deriyê avahiya HDP'ê ya bajarê Amedê ye ku heya niha encamên jê hêvî tê kirin bi dest nexistiye.

Gerîla Rojhat Harûn ku sala 2015'an beşdarî nav refên gerîla bû, bi berfirehî qala sedemên beşdariya xwe a li nava hêzên gerîla û têkçûyîna dewleta Tirk kir, ku ketiye pey van rêbazan. Gerîla Harûn ji ANF'ê re axivî:

'GEFÊN DEWLETÊ BÛN SEDEM KU TEVGERÊ NAS BIKIM'

"Sala 1993 li gundê Tewerzê yê navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bûm. Piştî demekê malbata min derbasî Amedê bû. Ez li Amedê mezin bûm û min li wir dibistan xwend. Bajarê Amedê ji xwe bi welatparêzî û girêdana bi tevgera me re tê nasîn. Ev yek jî di kesayeta min de xwedî bandorî bû.

Lêgerînên min li dibistana lîseyê destpê kir, lê tenê di asta sempatîzaniyê bû. Lê piştre dema derbasî Sakaryayê bûm ji bo xwendina zaningehê min bêhtir li ser tevgerê lêkolîn kir û ev derfet jî hebû. Li Sakaryayê gelek caran rastî gefên dewletên û saziyên wê hatim. Ev yek jî di kesayeatiya min de mereqa lêgerîn û naskirinna têkoşîna çekdarî zêde kir.

'TÊKOŞÎNEKE ÇEKDARÎ NEBE, HEBÛNA GELÊ KURD NEPÊKANE'

Sala 2015 pêvajoyek li Tirkiyê hebû, ku hêviyên çareseriyê jê dihat kirin û me bi xwe ev pêvajo ji nêz ve dişopand. Ji nêzîkatiyên dewletê û rayadarên wan dihat fêhmkirin ku wê ev pêvajo dewam neke. Her wekî din di wê pêvajoyê de gelek car êrişên dewletê bi ser gelê me hatin kirin. Wê demê ez gihîştim wê rastiyê ku têkoşîneke çekdarî nebe, nepêkane ku têkoşîna gelê Kurd bigihêje encamê. Ji ber van sedeman û ji ber baweriya min a bi tevgerê re sala 2015'an li çiyayên Botanê beşdarî nava refên gerîla bûm.

Sala 2015'an di navbera tevgera me û dewleta Tirk de şerekî giran hebû. Dewleta faşist biryar dabû ku gelê me di qirkirinan re derbas bike û tevgera me tasfiye bike. Ji bo vê ji qada navdewletî teknîkên serdemê wergirt û bi vê yekê bi ser gel û tevgera me de hat. Li gelek deverên Bakurê Kurdistanê komkujiyên mezin pêk anîn. Gelek bûyerên din hene ku angaşta wan a tune kirina gelê Kurd li ber çave û min ev yek ji nêz ve şopand.

Bêguman pîlanê wan ê çokdanînê bi serneket û her ku çû gerîla zêdetir mezin bû û pîlanên wan pûç kir. Dema ku dewleta Tirk li bin ket, serî li rêbazên şerê taybet da û hewl da bi vî rengî gelên Kurd û Tirk bixapîne. Yek ji van rêbazan jî şandina hinek malbatan li ber deriyê avahiya HDP’ê ye. Ji wan malbatan re tê gotin 'HDP zarokên wan xapandina û şandina çiya'. Lê ev neraste.

'TI TÊKILIYA HDP'Ê BI BEŞDARIYA MIN RE NÎNE'

Yek ji wan malbatan malbata min e. Ji bo min, ez bi fikir û îradeya xwe a azad beşdarî refên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bûm. Weke ciwanekî Kurd hatin û çûyîna min ji bo saziyên HDP çêdibû. Lê HDP bi xwe ji bo ku em beşdar nebin bi awayekî neraste rast astengî li pêşiya me çêkirin. Ger li gorî HDP bûye pêwîst nedikir ku ez beşdar bibim. Ji ber têkoşîna HDP'ê di çarçoveya siyasî û di hundirê zagonên Tirkiyê ji bo çareseriya doza gelê Kurd pêk tê. Li gor nêrîna min ev yek têrê nedikir û ji bo wê ez beşdarî refên gerîla bûm. Ne şerekî çekdarî be mirovê Kurd nikare azadî û mafê xwe bi dest bixe.

'YÊN KU ME ŞEHÎD DIXE EW DEWLETA KU WE RÊXISTIN DIKE'

Di sala 2015’an piştî ez tevlî bûm li herema Botanê di encama êrîşên hewayî de hevalên min li gel min şehîd bûn û ez jî birîndar bûm. Di serî de ji bo malbata xwe û malbatên din yên li ber deriye avahiya HDP re dibêjim. Yê ku me şehîd dixe û bi hovîtî êrîşî me dike heman dewletê ku we şandiya avahiya HDP.

Weke gerîlayekî me dilê xwe mezin kiriye û tenê bi malbatekî re sînordar nînin. Bi hezaran malbatên me hene. Hun jî dile xwe mezin bikin û hunê bibînin ku bi hezaran zarokên we hene. Êşa gelê kurd hîs bikin, wê deme hunê wate bidin tekoşîna me û pê kêfxweş bibin û serbilind bibin.

'DEWLETÊ BINASIN'

Dewleta Tirk ku li hember mezinbûna gerîla têk diçe serî li rêbazên şerê taybet dide. Di nav ciwanan de bi zanebûn madeyên hişbir belav dike. Dîsa sîxurtî û bê exlaqiyê di nav civaka kurd de bi cih dike. Ev heman dewletê ku we dişîne li ber deriyê HDP. Pêwîste mirov bi zanebûn tevbigere û bi şerê taybet neyê xapandin. Pêwîste mirov nekev şaştiyan û rêbazên dewletê yên xistina mirovan binase. 

'HESAB JI DEWLETA TIRK BIXWAZIN'

Daxwaza min ji hemû malbatan ewe ku pêwîste hesab ji dewletê were xwestin, ne ku werin li berê avahiya HDP û guh bidin pilanên dewletê. Yê ku we dikujin û dixwazin we qir bikin ev dewlet bi xwe ye. Pêwîste hun destê xwe bavêjin qirka wan û hesab ji wan bixwazin. Pêwîste hun beşdarî tekoşînê bibin û dev ji runiştina ku çi encam bi dest naxe berdin. Malbatên ku tevgera me nasnakin pêwîste hîn zêdetir lêkolîn bikin û ji malbatên ku di vê dozê de bedel dane hîm bibin. Wê demê hunê wate bidin sedema derketina me li ser van çiyayan. Ez bawerim jî wê poşmanî were jiyan kirin. 

'KES NIKARE ME JI VAN ÇIYAYAN DAXÎNE'

Gelek dayikên me yên hêja hene ku zarokên xwe di doza azadiya gelê kurd de dane û dewleta Tirk hovîtiyekî mezin li ser wan pêk anîn. Bi dehan mînakên wisa li kurdistanê hene. Ev yek peyamek ji dewleta Tirk û dibêjê ezê bi vî awayî we qir bikim û pêşeroja we tune bikim. Jibo vê helwesta we pêwîste li dijî dewletê be û ne ku hun li cihekî kom bibin û bang li me bikin. Em vî tiştê ji xwe re û ji we re qebul nakin. Çi kes me ne şandiye serê van çiyan û kes nikare me daxe jî. Ruxmî hemû êrîşên hovane yên hewayî li ser me pêk tên lê me serî netewandî û em natewînin jî. Em ji van çiyan danakevin pêwîste wan malbatan vê yekê bizanibin.

Banga min ewe ku guh nedin xapandina dewletê û bi beşdariya min serbilind bin. Hêvî û daxwaza min eve. Ciwanên li hawirdura malbatê jî pêwîste bertekên xwe ji dewletê re raber bikin, polîtîkayên dewletê qebul nekin û di saziyên wan cih negirin. Cihek hebe ew jî refên tekoşînê ya tevgera azadiya kurdistanê ye."