Mexmûriyan bi meşekê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di çarçoveya “Roja Azadî Ji Ocalan re ya Cîhanî” ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re 10’ê Cotmeha 2020’an bi daxuyaniyekê ew roj weke “Roja Azadî Ji Ocalan re ya Cîhanî” îlan kir. Di vê çarçoveyê de Kurdistaniyên li welat û ji derweyî welat ji bo pîrozkirina vê rojê daketin qadan.

Îro li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya Meclîsa Îştarê di çarçoceya “Roja Azadî Ji Ocalan re ya Cîhanî” bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî hat lidarxistin. Gel piştî ku li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kombûn dest bi meşê kirin û heta parka 4’ê Nîsanê meşiyan. Meşvanan bi al, dovîz û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan reng dan meşê, her wiha pankartên li ser wan hatibûn nivîsandin ‘Sonda me ye, emê pergala Îmralî bişkînin û bi Rêber Apo re azad bijîn’ û ‘Dem Dema Azadkirina Rêber Apo ye’ vekiribûn.

Piştî ku meş gehişt parka 4’ê Nîsanê, li wir daxuyaniyek ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok ve hat dayîn.

Fadîle Tok di serî de şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û got: “Em wek gelê Kurd ji hêzên komploger re dibêjin ku hûn ti caran nikarin roja me tarî bikin, wê her tim azadiya Rêberê me, azadiya gelê me armanc û xeyalê me be. Rêber Apo ti caran nehiştiye hêzên komploger û bê bext bi ser bikeve. Her wiha Rêber Apo li dibistana xwe ya Îmraliyê hemû hêzên komploger vala derxist û perdeya li ber rûyê wan hate qetandin. Em dibînin ku îro Rêber Apo li dibistana xwe ya zanistê nexşe rêya azadî, aramî û aşîtiyê ji gelan re pêşkêş dike. Ji ber wê her tim gelê azadîxwaz serkeftiye û wê serbikeve, emê heta dawiyê li dora Rêberê xwe kom bibin û pêre bimeşin. Azadiya Rêberê me û gelê me misoger e. Heya dawiyê em ji vê na vegerin.”

Piştî axafina Tok çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike” û “Bê serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.