‘Roj roja berxwedana li hemberî hemû çete û îxanetkaran e’

Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan êrîşa li ser ciwanan şermezar kir ên ku dixwestin ber bi Deriyê Sînor ê Semalka ve bimeşin.

Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan têkildarî êrîşa li ser meşa ciwanên Başûrê Kurdistanî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê ya ku ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê li Silêmaniyê dabûn destpêkirin, di têketina Hewlêrê de pêşmergeyên PDK’ê bi çekan êrîşî meşê kirin. Beriya her tiştî em hemû çalakger û meşvanên vê meşê silav dikin û şifaya xêrê ji birîndaran vê meşê re dixwazin. Em dixwazin bidin diyarkirin ku careke din îxaneta PDK’ê derketiye pêşberî me. Li her çar aliyên cîhanê mirov piştgiriya berxwedana Efrînê dikin lê PDK tehamulî vê meşa ji bo berxwedana Efrînê nekiriye û gule li ser gelê bêçek barandiye. PDK ya ku axa xwe pêşkêşî Haşdî Şabiyê kiriye, rastiya xwe îxanetkar careke din îspat kiriye. Teslîmiyeta li Kerkûkê ew ê tu carî li Efrînê pêk neyê. Ciwanên Başûr cesaret nîşan dane ya ku PDK’ê nikaribûye bike. Ciwan careke din li ax û welatê xwe xwedî derketine.

Em vê êrîşa bêbext a PDK’ê şermezar û lenet dikin. Divê ciwanên Başûrê Kurdistanê bizanibin ku ne çeteyên AKP’ya faşîst û ne jî çeteyên PDK’ê yên ku ax û welatê xwe difiroşin, ew ê nikaribe li hemberî vîna Kurdan bisekine. Ciwanên Başûr ew ê hesabê Kerkûkê jî û yê Efrînê jî ji îxanetkaran bipirse.

Li hemberî îxaneta PDK’ê divê ciwanên Başûrê Kurdistanê bêdeng nemînin. Roj roja berxwedana li hemberî çete û îxanetkaran e. Roj roja silavkirina Efrînê ye. Divê li hemberî vê êrîşa bêbext a PDK’ê ciwanên Başûrê Kurdistanê bi geştir û girseyî vê meşa xwe bidomînin û divê hemû qad bibin Efrîn.”