Rohat Aktaş û Mehmet Yavûzel hatin bibîranîn
Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel, ku par li Cizîrê hatin kuştin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel, ku par li Cizîrê hatin kuştin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê, di dema "qedexeya derketina derve" de Midûrê Karên Nivîsê yê Azadiya Welat Rohat Aktaş û Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel ku li jêrzemîna avahiyekê asê mabûn ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatibûn kuştin. Aktaş û Yavûzel di salvegera yekemîn a komkujiyê de li ser gorên hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê li navçeya Riha Serêkaniyê li Goristana Şehîdan a Kobanê hat lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, Hevserokê Cemiyeta Çapemeniya Azad a hat girtin Hakki Botan, Malbatên Aktaş û Yavûzel, Hevpîşeyên Aktaş û Yavûzel û gelek kes tevlî merasîma bîranînê bûn. Di merasîmê de dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' hatin qîrkirin û girseyê qûrnefîl danî li ser her du goran.
Di merasîmê de Dayika Mehmet Yavûzel, Hanim Yavûzel got, wê şopdarê rêya kûrê xwe be. Dayik li ser gora kurê xwe veket û got; "Bihar hatiye, gul vebûne, hevalên te hatine, em hatine Lehengê Botanê tu me dibînî?"
Dayika Aktaş, Lemîha Aktaş jî axivî û got; "Rêya wan rêya me ronî kir. Em ê li ser rêya wan bin."
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî got; "Komkujiyên li Cizîrê hatin kirin, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bang li cîhanê kirin, lê cîhan bêdeng ma. Têkoşîna wan ji bo azadiya hemû gelan bû."