‘Roboskiyeke nû pêk anîn’

Malbatên Roboskiyê yên ku di hefteya 297’an a lêgerîna edaletê de li hev kom bûn, êrîşa SÎHA’ yê ya li gundê Talê şermezar kirin û gotin: “Bi qetilkirina mirovên bê guneh, Roboskiyek nû pêk anîn.”

Malbatên 34 kesên ku di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirenxê de jiyana xwe ji dest dabûn, di hefteya 297’an a lêgerîna edaletê de li ser goristana zarokên xwe kom bûn. Malbatên ku wêneyên kesûkarên xwe yên hatin qetilkirin hilgirtin, li ser navê malbatan Bûrhan Kaplan daxuyaniyek da.

‘DAYIKÊN KU DI QETLÎAMAN DE ZAROKÊN XWE WINDA KIRINE AŞTIYÊ DIXWAZIN’

Kaplan binî xet kir ku lêgerîna edaletê ya ku  bi hefteyane dewam dikin hê ti encam negirtiye, diyar kir ku li gel her kesên edaletê dixwazinin. Kaplan destnîşan kir ku naxwazin bêmafî li tu kesê bêkirin û tu kes bê kuştin û got: “Dayikên ku di qetlîaman de zarokên xwe winda kirine aştiyê dixwazin. Ji ber ku edalet û aştî ji bo her kesê pêwîst e.  Kaplan diyar kir ku di bin navê Rewşa Awarte de bêmafî gihiştiye sînorê dawî û her roj kuştin û bûyerên xemgîn re rû bi rû dimînin.

NERAZÎBÛN LI DIJÎ BOMBERDÛMANA SÎHA’YAN

Kaplan bal kişand ser bomberûmana balafirên keşfê yên bê mirov (SÎHA) a rojên borî li gundê Tala ya Colemêrgê pêk hate ku di encamê de welatiyek hate kuştin û 3 welatî jî birîndar bû û got: “Bi kuştina mirovên bê guneh Roboskiyên nû pêk tînin. Em van kuştinan bi tundî şermezar dikin û daxwaz dikin ku Rewşa Awarte bi dawî bibe.”