Rêya Mexmûr-Hewlêr vebû, lê astengî zêdetir bûn

Rêya Mexmûr-Hewlêr ku demeke dirêj girtî bû, roja 2'ê Nîsanê bi awayekî fermî hate vekirin. Lê belê bi zêdekirina bendên kontrolê re astengî û zextên li gel şêniyên herêmê girantir bûn.

Rêya Mexmûr-Hewlêr ku ji ber nakokiyên navbera hikûmeta navendî ya Iraq û hikumeta herêmê ya Kurdistanê hatibû girtin, 2'yê Nîsanê bi awayekî fermî hate vekirin. Bi vebûna rê re her kes li bendê be ku rewşa li herêmê aram bibe, lê bi xwe re zext û astengiyên mezin anî.

Bi vebûna rê re astengiyên li ser welatiyan zêde bûn. Rêya bi qasî 5 kîlometreyî ku heta ji nava navçeya Mexmûr derbikeve, 6 bendên kontrolê hatine danîn. Ji van benda 4 ên hêzên Heşdî Şebî ne û 2 jî yên hêzên Pêşmergeyan e. 

Li van benda welatî tên rawestandin û rastî lêpirsînê tên. Bi taybetî, heta ku saet nebe 06:00'ê sibehê bi ti awayî rê nayê dayîn ku welatiyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî ji wargehê derkeve. Dîsa li van bendan pirsên mîna 'Hûn ji ku tên? Hûn ê biçin ku? Hûn li ku kar dikin?' tên kirin û her carê nasnameya welatiyan têne kontrolkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye 16'ê Cotmeha 2017'an hêzên Iraqê li gel Heşdî Şebî herêmên nakok ên di bin kontrola Herêma Kurdistanê de bû bi taybet ji Kerkûk bigire heta Şengal û Mexmûr dagirkiribûn. 

Wekî din 24'ê Cotmeha 2017'an li ser nakokiyên li herêmê rûdan, rêya di navbera Mexmûr-Hewlêrê ji bo çûn û hatinê hatibû girtin. Li ser vê yekê Şaredariya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî li ser çiyayê Qereçox rêyek ji bo welatiyan vekir û bi qasî 6 mehan welatî di vê rêyê de çûn û hatin.

Tevî bi dehan car nerazîbûn û peywendiyên siyasî yên di navbera hikûmeta navendî ya Bexda û Hewlêr de jî, rê nehate vekirin. Ji ber mercên xwezayî yên herêmê di vê rêyê de gelek astengiyên cuda derketin, lê tevî vê jî gelên wargehê û navçeya Mexmûr bi hev re rê bi kar anîn.

Herî dawî piştî hevdîtin û peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê 2'ê Nîsana 2018'an rêya Mexmûr-Hewlêr hate vekirin.