Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li Rojhilata Navîn guherînên mezin pêk tên û bi berdewamî wiha got: ‘’Berdewamkirina şer û ji ber neqebûlkirina çareseriya siyasî ya demokratîk a ji hêla dewletên dagirker ve, bi xwe re hilweşîn û krîz anîye û bûye kana wê bixwe. Hêzên navdewletî dixwazin destê Rojhilata Navîn xurt bikin. Destê xwe di xin nav hemû xebatan. Di heman demê de dewlet-netewên herêmê jî bi hêzên serwer ên navdewletî re heman siyasetê dikin. Bi vê dixwazin parastina xwe bikin. Ev jî dibe sedem ku şerê herêmê geştir bibe.’’
PJAK’ê bi berdewamî bal kişande ser vê: ‘’Hêzên ku dibêjin şer li derveyî sînorên wan pêk tên divê bizanibin ku, sînorên ku wan destpêka sedsala bihurî diyar kirin, li gorî xwe diyar kiribûn. Hemû hêzên li Rojhilata Navîn bêyî ku dîroka Rojhilata Navîn fêhm bikin, bi behskirina demokrasiyê divê vê rastiyê bibînin ku wê nikaribin siyasetê û çandê biparêzin. Rewşa Iraqê, Sûriyê, Libya û Enxanîstanê ev rastî baş diyar kiriye.
Îran ji hêla cografyaya xwe ya siyasî ve û netewî ve pir çandî ye û cihê neteweyên qedîm ên herêmê ye. Di rewşa niha de divê teşeyê xwe yê siyasî careke dî ji ber çavan derbas bike. Divê guherîneke siyasî û hişmendiyê bi xwe re pêk bîne. Pêdiviya Îranê ji her demê bêhtir bi vê heye. Pêkhateyên civakî û çînî yên Îranê divê bêhtir kêferatê bikin. Îran neçarî guherînê ye. Daxwaza demokrasiyê ya gelên Îranê girîng e.
PJAK ji roja ku hatiye damezirandin û hetanî niha di mijara çareserkirina pirsa Kurdan de tim demokrasî û siyaseta çareseriyê ji bo xwe esas dîtiye. Ev rê ji bo Komara Îranê jî ya herî baş e. Heta niha di nav vê çarçoweyê de rejîma Îranê ti gav neavêtiye. Heke Îran di pirsa Kurd de ji bo çareseriya gaveke cidî ya demokrasiyê bavêje, ji bo geşedanên ku li herêmê têne jiyîn jî wê bibe rêyeke baş û nû. Îro derketiye holê ku pirsa Îranê û gelên Rojhilata Navîn herî baş dema ku bi demokrasiyê û diyalogê bin encamgir in. Rêya ku divê em bişopînin ev e. Ji bo pirsa Kurd em vê rêyê dişopînin. Ji ber pirsgirêkên navxweyî yên Îranê jî, ji bo ku li guherînên herêmê bigunce pêdiviya Îranê bi rêya çareseriya demokratîk heye.
Hilbijartina çareseriya demokratîk ji bo desthilatdariyan a herî baş e. Desthilatdariya Îranê neçarî vê ye. Heke wiha neke wê nikaribe siberojeke ji ya Irakê û Sûriyê cudatir bijî. Ji bo çareseriya kêşeyên navxweyî ya Îranê jî û ji bo çareseriya pirsa Kurd jî rêyek çareseriyê ya bingehîn çareseriya demokratîk e.’’