Rêxistinên rojnamegeran: Desthilatdarî rojnamegeran dike hedef

Rêxistinên rojnamegeran diyar kirin ku ew şahidê rojnamegeriya hempîşeyê xwe rojnamer Azîz Orûç in û gotin ku “Desthilatdarî rojnamegeran dike hedef.”

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, Înîsîyatîfa Rojnamegerên Azad û Nûnertiya Amedê ya Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê derbarê rojnameger Azîz Orûç ê ku li Agiriyê hatibû destgîrkirin, li Şaxa ÎHD’ê daxuyanî dan.

Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Ayşe Guney got ku “Di şexsê Azîz Orûç de sûcekî navneteweyî hate kirin. Li Ermenistanê bi rojan êşkence lê hate kirin, li wê derê daxwaza îltîcaya siyasî kiriye lê daxwaza wî nehatiye qebûlkirin. Ji bo ku were bidarvekirin teslîmî Îranê hatiye kirin. Piştre Azîz Orûç nîvtazî ji ser têlan ew avêtine ser sînor. Orûç terkî mirinê hatiye kirin.”

Berdevkê Înîsîyatîfa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan jî diyar kir ku desthilatdarî rojnamegeriyê dike sûc û got ku “Desthilatdarî dixwaze rojnamegerên xwe ava bike. Rojnamegerên rastiyê jî dikin hedef û wan didin girtin.”

Nûnerê Amedê ya Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê Mahmût Oral jî got ku “Orûç 8 roj in destgîr kiriye. Yên ku dixwazin zextan li me bikin, divê bizanibin ku ew ê ev dîwar were hilweşandin.”

Hevjîna Orûç, Hulya Orûç jî diyar kir ku rojnamegeriya Azîz Orûç tê îllegalîzekirin û divê serbest were berdan.