Rêxistinên mafên mirovan ji bo Leyla Guven bang kirin

Parêzvanên mafên mirovan li ser rewşa Leyla Guven hişyarî dan ku rewşa wê krîtîk e û gotin, "Daxwazên wê daxwazên mafdar in. Divê bi lezgînî bi cih werin anîn."

Nûnerên Baroya Amedê, Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Nûnertiya Komeleya Însiyatîfa Maf û Odeya Tabîban, daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya ÎHD'ê hate dayin û hate bibîrxistin ku Leyla Guven 78 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Serokê ÎHD'ê yê Amedê Abdûllah Zeytûn daxuyaniya hevpr da û bi bîr xist ku piştî Leyla Guven zêdeyî 250 girtiyên siyasî yên li gelemperiya Tirkiyeyê bi heman daxwazê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. Zeytûn bal kişand ser pirsgirêkên giran ên tenduristiyê yên girtiyan û ragihand, rêveberiyên girtîgehan jî bi rengekî cezakirinê nêzî girtiyan dibin û mafên wan binpê dikin."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven roj bi roj nebaş dibe, ji asta krîtîk jî derbas bûye, êdî bêhal bûye, nêzî 10 kîlo li xwe kêm kiriye, nema baş dibîne, tansiyona wê dikeve, êş bi masûlek û movikên wê ketiye, mehdê wê dixele, bi zehmetî avê vedixwe, deng û teqereq êdî wê bêzar dike û 10 rojên dawî ji ber enfeksiyonê canê wê disincire.

Zeytûn diyar kir, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê 15 roj in nikarin Guven bibînin û got, eger grevên birçîbûnê bi vî rengî dewam bike, dibe ku pirsgirêkên ku çareserkirina wan zehmet de derkevin holê.

'EM JÎ PIŞTGIRIYÊ DIDIN DAXWAZÊN WAN'

Zeytûn bal kişand ser daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê û got, "Daxwazên Leyla Guven li gorî krîterên hiqûqa gerdûnî daxwazên mafdar in. Em, parêzvanên mafên mirovan dibêjin, tecrîda li Îmraliyê li dijî peymanên neteweyî û navneteweyî ye û li gorî hiqûqa însanî binpêkirina mafên mirovan e."

Zeytûn bang li Wezareta Edaletê, rayedarên hikumetê û raya giştî ya neteweyî û navneteweyî kir û got, "Em tînin bîra wan ku divê bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê."