Rêxistinên Şengalê bi tundî êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Endamên saziyên Şengalê diyar kirin ku hê birînên komkujiyên li ser civaka Êzidî nehatine pêçan hedef nîşandana Şengalê û êrîşên dewleta Tirk a ku Şengalê dikin hedef şermezar kirin.

Di salvegera meha fermanê ya 3’ê Tebaxa 2014’an de ku ji destê dijminên mirovahiyê DAÎŞ’ê ve li ser Şengalê bi komkujî û qetlîama hatibû pêk anîn, hîn jî birînên wan şehîdên komkujiyan dihate bîranîn, careke din dewleta Tirk bi balafirên SÎHA êrişî Şengalê kir.

Dewleta Tirk di 25’ê meha Tebaxê de bi balafirên SÎHA ve du êriş li ser Şengalê pêk anîn. Endamên rêxistên Şengalê ser van êrişan ji ANF’ê re axivîn. 

Endama Meclîsa gel a Digurê Edna Şemo bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ku 25’ê vê mehê li ser Şengalê pêk hat, da zanîn ev meh ji bo wan meheke reşkujiyê ye. Şemo diyar kir ku hîn wan birînên fermanê jibîr nekirîbûn, carek din dewleta Tirk bi hevkarên xwe re bi balafirên SÎHA êrişî Şengalê kirin û wiha pêde çû: “Ez bi tundî êrişa dewlata Tirk a bi balafirên SÎHA ku 25’ê vê mehê li ser gundê Behrava pêk anî şermezar dikim. Erdogan çi qasê êrişî me bike, em ê ji bo azadiya xwe û xwerêvebirina Şengalê li ber xwe bidin. Civaka Êzidî xwedî rûmet e. Dewleta Tirk çi qasê gefa li me bixe em ê netirsîn.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Şemo da zanîn ku serdemên êrişên xwe PKK’ê dikin hincet, lê belê di fermanên din de jî ma PKK hebû û wiha dom kir: “PKK li Şengalê nemaye. Lê piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an civaka Êzidiyan xwe rêxistin kirine. Ji bo wê xwe rêxistinkirina Civaka Êzidiyan ji bo dewleta Tirk û hevkarên wan metirsiyeke pir mezin e.” Şemo da dawiya axaftina xwe de wiha bang kir:” Divê gelê me li hemberî van êrişan bêdeng neminîn. Divê li her derê têkoşîna xwe dom bikin.”

Endamê rêveberiya xweser Şengalê Salih Êzidîn bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a bi balafirên SÎHA ku di 25’ê vê mehê de li ser gundê Behreva pêk hatibû, ev bû çend car dewleta Tirk êrişî vîna gelê Êzidî dike û wiha got: “Piştî fermanê vîna civaka Êzidî di şexsê YBŞ’ê û YJŞ’ê de bûye vîneke mezin û wê kesek nekare wisa ji xweber vê vînê xirap bike. Em ê bi hêza xwe ya parastina rûmeta Êzidiyan dike, bi YBŞ û YJŞ’ê ve heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Êzidîn di dawiya axaftinên xwe de da zanîn ji aliyê balafira SÎHA ya dewleta Tirk ve di 25’ê mehê de êrişî gundê Behrayê ya bi ser Xanesora Şengalê het kirin, lê belê di vê êrişê de çi zerarên giyanî neçêbûn û wiha domand: “Dewleta Tirk bi van êrişên xwe nikarin me xilas bikin. Dewleta Tirk û hevkarên xwe çiqas êrişî Şengalê bike, wê encam negire. Civaka me bûye xwedî îrade û û xwe bi xwe rêvedibe, hêza serketinê hêza me ye. Ji bo wê ev qas êrişî civaka me dikin. Me bi saya felsefa Rêber Apo xwe nas kir, em ê bi çi şêwazî terka bîr û felsefa Rêber APO nekîn.”

Hevserokê Meclîsa Sinûnê Xwedêda Elyas destnîşan kir ku êrişên nemerdane yên dewleta Tirk û hevkarên wan li ser Şengalê û hiwa got: “Êrişên li ser Şengalê tên kirin bi destê hêza nato tên kirin. Hêzên zirhêz û deshilatdar naxwazin civaka me bibin xwedî vîn û bawerî. Em weke civak çend hezar kilometre ji Erdogan dûrîn. Çi zagonên mirovî van êrişên dewleta Tirkiye qebûl nakin. Lê mixabin zagonên mafên mirovan jî bi hêza desthilatiya hegomonîk tê rêvebirin. Civaka Êzidî bi aramî li ser axa xwe dijî, zerer û ziyanek wan ji çi hêzan re nîne. Gelo ma çi ji vîna Civaka Êzidî dixwazin? Ev êrişên hovane bi çi awayî dê ji aliyê civaka me ve neyê qebûl kirin. Civaka Êzidî bi hêza YBŞ’ê û YJŞ’ê bûye xwedî vînek dê heta dawiyê ji bo vîna xwe li ber xwe bidin.”