Rêxistina HDP'ê ya Wanê banga Newrozê kir

Rêxistina Bajêr a  Wanê ji bo Newrozê ku Çarşemê wê were pîrozkirin daxuyaniya çapemeniyê da û bang li gelê Wanê kir ku derkeve qadan.

Rêxistina Bajêr a Wanê ya HDP’ê bi rojeva Newrozê daxuyaniyeke çapemeniyê li avahiya xwe da.  

Hevserserokê HDP'ê yê Wanê Ümit Dede di daxuyaniyê got ji bo ku Newroz bi tevlêbûna bi sed hezaran kesî pêk were xebatên xwe didomînin.

Li gorî daxuyaniyê, Cîgira Serokê Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê HDP'yî yê Stenbolê Garo Paylan, parlamenterên herêmê, hevserokên DBP/HDP ên Wanê û Koma Çiya û Grup Munzur wê tevlî pîrozbahiyê bibin.

Dede ji bo tevlêbûna li Newrozê, ku 21’ê Adarê, Çarşemê saet 10.00’an wê Newroz were pîroz kirin bang li gel ku werin qada Newrozê.