Rêxistina HDP’ê ya Geverê bi boneya Cejna Qurbanê serdana goristanan kir

Bi pêşengtiya rêxistina HDP’ê a Geverê bi boneya Cejna Qurbanê serdana goristanên li taxên Bajêrgê û Orman ên navenda navçeyê hatin kirin.

Li navçeya Gever a Colemêrgê bi boneya Cejna Qurbanê serdana goristanan hate kirin.

Bi pêşengtiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), serdana goristanên li taxên Bajêrgê û Orman ên navenda navçeyê kirin û dua xwendin.

Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede, parlamenterê berê yê HDP'ê Abdullah Zeydan, hevşaredarê Geverê, endamên meclisê, Hevserokê Şaredariya Geverê Îrfan Sari ku peywira wî hat desteserkirin, endamên meclîsê û rêveberên partiyê tevlî serdanê bûn.

Di serdanê de ji bo kesên vefat kirine û kesên di dîrokên cuda de li şer şehîd bûne dua hatin xwendin