Rewşenbîrên Kurd ên li Ewropayê ji bo yekîtiyê bang kirin

Dîroknas û helbestvanê Rojavayî Mistefa Reşîd anî ziman, dewleta Tirk a ku Efrîn dagir kiriye, heman plana xwe ji bo Başûr xistiye dewrê û got, metirsî heye ku mîna Efrînê li Başûr were.

Nerazîbûna li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike. Dîroknas û helbestvanê Rojavayî Mistefa Reşîd nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bêdengiya li hemberî van êrişan da. Reşîd bal kişand ser baregehên leşkerî yên dewlet Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir, ku hikumetên Başûr û Iraqê divê li ber êrişên dagirkeriyê rabin.

Reşîd anî ziman, gelê Kurd ji cîhanê hatiye îzolekirin, dewleta Tirk jî ji vê yekê hêzê werdigire, lewma êrişên xwe zêde kiriye û got, "Dewleta Tirk çi dixwaze wê dike û cîhan jî li hemberî vê bêdeng dimîne. Bêdengiya Başûr jî gelekî balê dikişîne. Mînakeke mîna dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê nîne. Daran dibire, difiroşe, daristanan dişewitîne, yanî mêtingeriyeke bi vî rengî li devereke din nîne. Ne dişibe mêtingeriya Îngilistanê, ne dişibe ya Fransayê, ne jî dişibe ya Hollandayê. Dewleta Tirk vê yekê li Efrînê jî dike, heman tiştî li Başûrê Kurdistanê jî dike. Bi navê Kurdekî, ez van êrişên li ser xaka me bi tundî şermezar dikim. Helwesta li dijî van êrişan têrê nake, ya girîng ew e ku ev pirsgirêk bê çareserkirin."

Mistefa Reşîd bi bîr xist ku piştî dagirkeriyê dewleta Tirk Efrîn talan kiriye û niha dixwaze heman talanê li Başûr jî bike.

Reşîd hişyarî da ku metirsî heye, mîna Efrînê li Başûrê Kurdistanê bê û got, "Dewleta Tirk li Efrînê dest danî ser darên zeytûnê, bax û baxçeyên xelkê Efrînê. Ji ber zilm û êşkenceya ku dikin kes nikare tiştekî bêje, ji ber ku di destê dagirkeran de çek heye. Kurd jî bêçek in.

Dewleta Tirk dixwaze plana xwe ya dagirkeriyê ya li Efrînê li Başûr jî bixe meriyetê. Xelkê Başûr jî ev yek gelek caran anî ziman. Xelkê Başûr ji ber êrişên dagirkeriyê neçar ma ku gundên xwe biterikîne. Dewleta Tirk niha bi 30 kîlometreyî ketiye nava xaka Başûr û hewl dide hîn bi pêş ve biçe. Ji xwe li Başûr baregehên xwe yên leşkerî hene. Li gel van êrişan jî ne hikumeta Başûr ne jî hikumeta Iraqê nerazîbûnê nîşan nade.

Wezîrên Başûr û Iraqê daxuyanî dan û nerazîbûn nîşan dan. Lê belê ev yek têrê nake. Divê nerazîbûna herî mezin ji aliyê hikumetê ve bê dayin. Divê hikumetên Başûr û ıraqê helwestê li dijî van êrişan nîşan bidin. Lê mixabin vê nakin. Pêwendiya van hemûyan bi wê yekê heye ku em ji cîhanê îzole bûne. Li gorî hin hevalan, piştî têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê em li tevahiya cîhanê hatine qebûlkirin, lê belê ev rast nîne. Hîn jî em di 'lîsteya rêxistinên terorê' de ne, hîn jî kes piştgiriyê nade me."