Rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk şermezar kirin

Ronakbîr û siyasetmedarên ji Başûrê Kurdistasnê li hemberî êrîşên dagirkeriyê hatin ba hev û bang li hikumetê kirin ku bila helwesteke zelal nîşan bide.

Nerazîbûnên li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker didome. 127 siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr  û endamên rêxistinên saziyên sivîl îro li Silêmaniyê li Otela Palasê hatin ba hev.

Nivîskar Kemal Raûf, Alî Kerîmî û parlementerê berê yê Goranê Peyman Îzzedîn moderayoriya nîqaşan kirin.

Raûf got ku “Bi pêşengiya Hikumeta Herêmî divê li hemberî dagirkeriyê çalakiyên dîplomasiyê were kirin ên ku divê hemû beş û alîyên Kurdan di nav de bin. Divê li hemberî dagirkeriyê em helwesteke zelal nîşan bidin.”

Îzzedîn jî got ku “Divê hikumeta herêmî û parlementoya me van êrîşên dagirker bike hincet û dewleta Tirk ji axa me derxîne. Divê gelê me neçin Tirkiyeyê. Pereyê ku tê qezenckirin li ser gelê me yê Rojava dibe tank û top. Divê gelê me, şîrketên Tirkan boykot bikin ên ku piştgiriyê didin dewleta Tirk.”

Kerîmî jî got ku “Ev êrîş li ser hemû Kurdan e. Ev êrîş li dijî her çar parçeyên Kurdistanê ne.”

Di civînê de gelek pêşniyaz hatinkirin. Xala hevpar a nîqaşan ev bû ku divê hikumeta Başûr û rêveberiya wê ji peyvê wêdetir karibe dagirkeriyê bide sekinandin, li hemberî Erdogan gavên pratîk biavêje.