Rewşenbîrên Başûr: Divê hikûmet û Iraq bi berpirsyartiya xwe rabin

Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê, piştgiriya xwe ya ji bo çalakiya mertalên zindî anîn ziman û gotin: “Divê gelê Kurd û Iraqê baş bizanin armanca dewleta Tirk ne tenê dagirkirina Qendîle, bi vê yekê dixwazin herêmê tev dagir bikin.”

Ji bo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê, rewşenbîr û mamostayên zanîngehan berê xwe dane Qendîl û piştgiya xwe ya ji bo ciwanên welatparêz ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a Qendîlê dest bi çalakiya mertalên zindî ku 8’ê Hezîranê dabûn destpêkirin.

Rewşenbîran li vir têkildarî armanc û piştgirîkirina çalakiya ciwanan a mertalên zindî axivî.

Yek ji reşenbîrên ku serdana Qendîlê kirî Letîf Feteh Ferac diyar kir ku aramca wan piştirîkirina gelê Kurd e û got: “Armanca me destekdayîna gelê Kurd ku li ser lingê xwe rawest e û piştgirîkirina azadiya ku li vir heye ye.

 ‘FERQA MIROVAN NAKE’

Ferac bang li rêveberên cîhanê û dewletên dagirker kir û wiha got: “Em bang li rêveberên cîhan û ew dewletên ku Kurdistanê dagir dikin ku li pişt gotinên xwe yên ku hûn qala demokrasî û azadiyê dikin bin, bi yek çavî li mirovan binêrin. Ferqa mirovên li Qendîl, li Malezya, Mozembîk û li her cihekê şehîd dibe her yek e. Nabe nirxê mirovên li Stenbol ji yê Kerkûkê zêdetir be. Divê rayedarên cîhan fê yekê fam bikin, lê mixabin heta niha hê jî fam nekirine.

‘ÇAV LI DAGIRKIRINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE’

Mamostayê Zanîngehê Hawjên Mihemed bibîr xist ku ji bo li dijî dagirkeriyê ne berê xwe dane Qendîl û ev tişt got: “Armanca me ya sereke piştgirîkirina welatiyên Qenîl ên tim dibin hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagirker û dibin qûrbanî ye. “ Mihemed bal kişand ser êrîşên operasyona dagirkirinê ya dewleta Tirk a li ser Qenîdlê jî wiha pêde çû: “Berê jî pir caran dewleta Tirk li dijî Qendîl dest bi operasyonan kiribû. Lê vê carê dest bi kişandina leşker û operesyoneke berfireh dike ku ne tenê Qendîl Başûrê Kurdistanê jî dagir bike.

‘HIKÛMETA HERÊM Û IRAQÊ BERPIRS IN’

Mihemet bal kişand ser erka hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê ji parastina herêm û kerameta gel berpirs in. Divê hikûmeta herêmê û Iraqê bang li hêzên navneteweyî bikin ku rê neyê dayîna derbaskirina sînor a ji aliyê Tirkiyeyê ve.”

‘ARMANCA DEWLETA TIRK NE DAGIRKIRINA QENDÎL TENÊ YE’

Çalakvana siyasî Dilsoz Zengene jî bal kişand ser êrîşên faşîst ên dewleta Tirk û got: “Divê hemû gelê Kurdistan û Iraq vê yekê baş bizen, armanca dewleta Tirk ne tenê dagirkirina Qendîl e. Bi vê operasyonê dixwaze xaka herêmê dagir bike. Ev êrîş bi hêza gel û berxwedaneke rûmetê ya saziyên civavkî tên têkbirin. Eger ev ruh bibe, wê demê wê ti hêz nikare dagirkeriya xwe ya li ser herêmê bidomîne.