Rewşa Umut ê 4 salî ku polîsan pêlê kirî hê giran e

Li Hezexê polîsên Tirk bi wesayitê pê li zarokê 4 salî Umut O kiribûn. Diyar bû ku Umut hatiye razandin û cîhaza hilmstandinê pê ve kirine.

Li Hezexê ya Şirnexê polîsên sivîl 17’ê Kanûnê pê li zarokê 4 çar salî yê bi navê Umut O kiribûn û Umut bi giranî birîndar bûbû. Herî dawî beriya bi heftiyekê Umut çavê xwe ve li nexweşxaneyeke Êlihê ku lê dihate tedawîkirin vekiribû û ew rakiribûn nexweşxaneyeke dî.

Diyar bû ku Umut li unîteya rewşa giran dîsa hatiye razandin û cîhaza hilmstandinê pê ve kirine.

Malbatê derbarê zarokê xwe agahî da, diyar kir ku Umut dîsa razandine, ji ber sedema ziyana li mejî û kezeba wî bêhiş e.

Malbatê diyar kir ku hê jî rewşa wî giran e.