Rewşa tenduristiyê ya Celaliyan roj bi roj nebaş dibe

Rewşa tenduristiya girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku li Îranê di girtîgeha Xoyê de ye, her ku diçe xirabtir dibe û nayê tedawîkirin.

Rewşa tenduristiya girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku li Girtîgeha bajarê Xoy a girêdayî parêzgeha Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê dimîne pir xerab e. Nexweşiya çav û enfeksiyona giran bi Zeynep Celaliyan re heye ku li girtîgeha Xoyê tê girtin. Li gel ê jî nayê tedawîkirin.

Rayedarên girtîgehê jî destûr nadin ku Celaliyan ji bo tedawiyê biçe nexweşxaneyên derveyî girtîgehê.

Zeyneb Celaliyan par ji bo nîşandana nerazîbûna xwe ya li hemberî astengiyên li pêşiya tedawiya wê, dest bi greva nebikaranîna dermanan kir. Ev grev dewame. Her roja diçe rewşa Celaliyan hîn nebaştir dibe.

Bavê Celaliyan, Alî Celaliyan di mijara rewşa tenduristî û rewşa çavê keça xwe de hişyarî da.

Bav Celaliyan wiha got; “Bi salan e ev rewşa tedawiya wê dişopînim. Min agahî da berpirsan û daxwaza hevdîtinê kir. Min ji wan re got pirsgirêkênn çav hene, pirsgirêkên rûvî  û pêwîstiya wê bi tedawiyê heye. Tevayî van salan êş kêşand û tu kes pêre eleqedar nebû.”

RÊXISTINA EFÛ YÊ: EV ÊŞKENCE YE 

Rêxistina Efû ya Navnetewî di daxuyaniya xwe ya 25’ê Tebaxa 2017’an de ragihandibû ku berpis li dijî sewqkiirna Celaliyan a girtîgehê derketibûn û nerazîbûn nişan dabû.

Rêxistinê got; “Wiha xuya dike ku berpirs dixwazin wê ceza bikin û bi zorê li xwe mikur were”. Rêxisitna Efû ya Navnetewî ragihand redkirina tedawiyê di van şertan de tê wateya ‘êşkenceyê”.

Celaliyan a 36 salî ya ji Makoyê di sala 2008’an de li bajarê Kİrmanşan hate girtin. Destpêkê cezayê darvekirinê lê hate birin û piştre bi sûcê “dijminahiya li dijî Xwedê” û endamtiya partiyeke Kurd cezayê hemû temenê xwe di girtîgehê de derbas bike, lê birîbû.