Rewşa pitika dayika ku polîsan êşkence lê kir krîtîk e

Rewşa pitika dayika ducanî Hatîce Baykara ya ku polîsan di serdegirtinên li Hezexê de êşkence lê kir, krîtîk e. Polîsan dest danî ser rapora Baykara.

Li taxa Turgut Ozal a navçeya Hezexa Şirnexê duh polîsan avêtin ser mala Hatîce Baykara ya ducanî ku 8 mehî ne û lêdabûn. Polîsan bi qûndaxa tifingê li Baykara da û bi porê wê girtin û bi erdê re kaş kiribûn.

DOXTOR: REWŞA PITIKÊ KRÎTÎK E

Baykara ji ber çşkenceya polîsan ji ser hişê xwe çû û xizmên wê ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Baykara hê jî li nexweşxaneyê tê ragirtin û doktoran da zanîn ku rewşa pitik jî krîtîk e. Hat zanîn ku herî kêm divê Baykara rojek din jî li nexweşxaneyê were ragirtin.

 Halîme Baykara destnîşan kir ku rewşa tenduristiya bûka wê Hatîce Baykara û pitik ne baş e û got: “Doktoran got rewşa pitik ne baş e.” Halîme Baykara anî ziman ku êşên bûka wê hene û polîsan dest daniye ser rapora lêdanê ku nexweşxaneyê daye wan û got: “Polîsan ji me re got heke hevjînê wê were em ê raporê nedin we."