Rewşa Ozeran xerabtir dibe

Li Wanê Makbûle Ozer a 80 salî û Hadî Ozer a 79 salî hatibûn girtin. Keça wan Naîme Ozer diyar kir rewşa dê û bavê wê ne baş e.

Naîme Ozer anî ziman ku dê û bavê wê yên ku di warê peydakirina pêdiviyên xwe yên li malê de jî zehmetiyan dikşînin, 70 roj in di girtîgehê de ne û xwest ku dê û bavê wê yên ku nikarin pêdiviyên xwe bi xwe bi pêk bînin bên berdan.

Li navçeya Artemêta Wanê, di 24'ê Tîrmeha 2018'an de di serdegirtina malan de Makbule Ozer a 80 salî û hevjînê wê Hadî Ozer ê 79 salî bi zarokên xwe re hatibûn destgîrkirin.

Di encama lêpirsîna ku der barê hevjînan de hat kirin de doz hat vekirin. 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê li hevjînan ku ji aliyê dadgeha herêmî ve hatibû dayîn, ji aliyê dadgehên bilind ve hat erêkirin. Herdu hevjîn di 9'ê Gulanê de hatibûn destgîrkirin û ew şandin girtîgehê.

NIKARIN PÊDIVIYÊN XWE BI CIH BÎNIN

Keça wan Naîme Ozer, anî ziman ku dê û bavê wê ji ber mezinbûna temenê xwe û nexweşiya xwe nikarin li girtîgehê pêdiviyên xwe bi cih bînin. Ozer diyar kir ku diya wê ji zikmakî ve di kulîmeka wê de nexweşî heye û di meşê de zehmetî dikişand û da zanîn ku dayika wê li girtîgehê li hemberî gelek nexweşiyan li ber xwe dide.

Ozer bilêv kir ku dayika wê berê ji ber nexweşiya osteoporoz, kolesterol û şekir dihat dermankirin û wiha berdewam kir: “Ji ber nexweşiyên kronîk ên ku pê re hene, divê girîngiyê bide xwarina xwe. Piştî ku ket girtîgehê jî pirsgirêkên tansiyona bilind û dil pê re derketin. Destên dê û bavê min dest bi lerizînê kiriye. Bavê min nexweşiya çav û astimê pê re heye.”

LI GIRTÎGEHÊ JI SER HIŞÊ XWE ÇÛ

Ozer, diyar kir ku di girtîgehê de dayika wê di encama dewxa serî de ketiye û destê wê şikestiye û got: “Dayika min şevekê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê wek nexweş hat dermankirin. Piştî wê rewşê rojê du caran serum li dayika min tê xistin. Dayik û bavê min ên ku niha ji bo pêdiviyên xwe yên li malê jî zehmetiyan dikşînin, 70 roj in di girtîgehê de ne û di şert û mercên girtîgehê de zehmetiyên mezin dikişînin. Dê û bavên min ên ku hewcedariyên xwe bi serê xwe nikarin pêk bînin, di şert û mercên girtîgehê de dê tenduristiya wan xirabtir bike.”