Rewşa dawî ya şerê li ser sînorê Çelê -NÛ BÛ

Hêzên gerîla, li dijî artêşa Tirk a dixwest hin herêmên Başûrê Kurdistanê dagir bike, çalakî lidar xistin. Balafirên şer bombe li 2 gundan barandin. Gerîla jî bi hawanan li qereqoleke li Şemzînanê dan.

Li ser sînorê Çelê, çalakiyên gerîla yên li dijî leşkerên Tirk ên hewl dan Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bikin, dewam dikin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, gerîlayên HPG û YJA Starê, duh danê êvarê li ser sînorê Çelê li dijî artêşa Tirk a hewl da Başûrê Kurdistanê dagir bike hin çalakî lidar xistin.

Li gorî agahiyên ji aliyê nûçegihanên ANF'ê yên şer dişopînin ve hatin ragihandin, duh êvarê saet di 17:00 de, li hemberî leşkerên Tirk ên dixwestin li quntara gundê Bijnê yê li aliyê Başûrê Kurdistanê bi cih bibin, çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin, yek jî birîndar bû.

Hêzên gerîla 2 saet piştî vê çalakiyê, saet di 19:00 de li herêma Qela Bedewê careke din li leşkerên Tirk dan. Li vir jî 3 leşker hatin kuştin.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI 2 GUNDAN BARANDIN

Li dû van çalakiyan, balafirên şer ên Tirk ketin nava liv û tevgerê. Balafirên şer bi şev bombe li gundên Nerva û Bede barandin. Lê belê agahiyeke zelal ji van gundan nehate girtin.

Saet di navbera 21:00-22:00 de jî helîkopterên bi tîpa Kobra li herêmê reşandin.

ÎRO 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Îro danê sibehê jî, gerîla li leşkerên Tirk ên ji qada Şehîd Mûnzûr diçûn girê Qela Bedewê xistin. Li vê derê jî 3 leşker hatin kuştin.

ARMANCA LEŞKERÊ TIRK A LI HERÊMÊ ÇI YE?

Nûçegihanên ANF'ê, li gorî agahiyên ji çavkaniyên HPG'ê wergirtî ragihandin, leşkerên Tirk dixwazin quntara gundê Bijnê û girê Qela Bedewê yên li Başûrê Kurdistanê ne, dagir bikin. Ev herêma navborî, cihekî stratejîk e di navbera Avaşîn û Zapê de.

LI ŞEMZÎNANÊ, DERB LI QEREQOLÊ HATE XISTIN

Çalakiyeke din jî li navçeya Şemzînan a Colemêrgê pêk hat. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, di çarçoveya 'Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş' de, duh saet di 14:20 de, bi hawanan derb li qereqola Zeyte ya li Şemzînanê hate xistin. Di çalakiyê de gerîla li avahiya qereqolê û kulûbeyên nobedê xistin. Lê belê li ser mirî û birîndaran agahiyeke zelal bi dest neket.