'Rewşa Awarte bi rengekî fiîlî heye'

Rêveberê şûbeya ÎHD'ê ya Colemergê Parêzer Eren Baskin got li tevahiya bakurê Kurdistanê Rewşa Awarte ya nebinavkirî heye.

Ji sala 2016'an û wir ve li Colemergê û navçeyên wê her cure çalakî qedexe ne. Li tevahiya Colemergê bi sedan herêm û qad weke 'herêma taybet a ewlehiyê' tê îragihandin. Nayê hiştin ku mirov biçin zozanan û sewalên xwe xwedî bikin. Li herêmên sînor jî tam dramek heye. Qedexeya bazirganiya ser sînor kuştinên bi destê leşkerên Tirk zêde dike.

Rêveberê Şûbeya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Colemergê parêzer Eren Baskin têkilî binpêkirina mafan a li Colemergê û navçeyên wê got, li tevahiya bakurê Kurdistanê Rewşa Awarte ya nebinavkirî heye. Baskin Xala 3'yan a Destûra Bingehîn a Tirk bi bîr xist, ku di vê xalê de tê gotin, her kesek bêyî destûrê dikare civînan bike û meşan li dar bixe, bi bîr xist û got, ev bi temamî ji holê hatiye rakirin.

Baskin diyar kir li Colemergê û navçeyên wê ji bilî AKP û hevkarên wê nayê hiştin ku ti hêzen siyasî yên cuda, parêzvanên mafê mirovan, kesên alîkarxwaz kampanya û çalakiyan bikin û hemû serlêdanen dijî vê têne redkirin. Baskin diyar kir di rewşeke wiha de parêzvaniya mirovan jî zor û zehmet e.

Baskin diyar kir ew hewl didin bigihin hemû binpêkirinên mafê mirovan ên bajêr, rêveberiya wan rwşên derhiqûqî û dijî rûmeta mirovî ku tespît dikin, qeyd dikin û tevlî gelek dozan dibin.