Rewşa Ûmût ê biçûk ku polîsan ew birîndar kirin, hê xetere

Ûmût Ozalp ê 4 salî ku li Şirnexê wesayita polîsên sivîl pê li wî kir û ew bi giranî birîndar kir, ev 27 roj in hê di servîsa lezgîn a nexweşxaneyê de ye û rewşa wî ya tenduristiyê xetere.

Ûmût Ozalp ê 4 salî, li taxa Aşagi Mahallesî ya navçeya Hezex a Şirnexê roja 17'ê Kanûna 2017'an dema li ber mala xwe dilîst, wesayita sivîl a polîsan pê li wî kir û ew bi giranî birîndar kir.

Ûmût ê biçûk ku rakirine nexweşxaneyeke taybet a li Êlihê, di servîsa lezgîn de ye û hê nehatiye ser hişê xwe. Ev 27 roj in di tenduristiyê de rewşeke erênî nîne.

Ûmût li servîsa lezgîn bi saya cîhazan hilmê distîne. Bav Nezîr Ozalp ku hefteyê carekê dikare kurê xwe bibîne anî ziman ku xisareke mezin li mejiyê kurê wî bûye û rewşa wî hê nediyar e.