Rewşa Ûmût ê bi wesayita polîsan birîndar bû, hê giran e

Ûmût ê 4 salî ku li Hezexê wesayita polîsan lê qelibî û bi giranî birîndar bû, ev 8 roj in hê di servîsa lezgîn de nehatiye ser hişê xwe.

Li navçeya Hezex a Şirnexê, roja 17'ê Kanûnê wesayiteke polîsan a sivîl li Ûmût O. ê 4 salî yê li ber mala xwe dilîst qelibî û ew bi giranî birîndar kir. Ûmût ê ku li nexweşxaneyeke Êlihê tê dermankirin, hê di servîsa lezgîn de razayî ye.

Malbatê der barê rewşa Ûmût de agahî da û anî ziman ku duh ji bo demeke kin hate hişyarkirin û piştre dîsa bi xew ve hate birin. Malbatê ragihand ku doktorên anestezî û cerahiya mejî ji wan re gotiye ku rewşa wî hêdî hêdî ber bi başiyê ve diçe.