Rêbeberiya Xweser a Şengalê bal kişand ser nelirêtî û pirsgirêkên bi zanabûn ên di dema hilbijartinê de hate kirin û got: “Em Rêveberiya Xweser dîsa di mafê civaka xwe de bi israr in û di têkoşîna xwe de tiştekî ku em gav şûn de bavêjin nîne. Wê hedef û armanc, îradeya civakê derxistina asta herî jor be û xwe rêvebirin be û misogerkirina mafê xwe yê rewa Rêveberiya Xweser be.”
Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:
“Di serî de em endam, xebatkar, rêveberî, oldar, jin, ciwan, malbatên şehîdan û hêzên parastinê ji ber ked û xebata wan a pêvajoya hilbijartinê de silav dikin.
‘SPASIYA HER KESÊ DIKIN’
Di sedsala 21’an de wê dîrok vegere ser rastiya xwe û Êzidî jî di nav de gelên herêmê divê baş vê pêvajoya çend salên pêşiya xwe bicivînin. Tu tiştek bê pîlan nayê kirin, di serî de ferman û koçberî ev bi zanebûn û pîlan pir zirav hatine rêxistin kirin.
Di van 3 mehên derbasbûyî de bi îradeyeke mezin, kedeke bêhempa kar û xebat ji bo hilbijartina Parlamanê Iraqê, li Şengalê wek PADÊ û Rêveberiya Xweser hat meşandin. Her kesî di nava vê xebatê de cihê xwe girt û bi coş û baweriyeke mezin kar û xebat meşandin.
‘HER KESÊ FAM KIR KU BI GUHERTINÊN QANÛNÊN HATÎ NIVÎSANDIN WÊ HESAB NEYÊ XWESTIN, JI BO WÊ DENG NEHATE BIKARANÎN’
Iraq bi giştî û bi taybet Êzidî ji hilbijartinên ku tu tiştek nayê guhertin re ne, amade û hazir in. Ji ber ku ji wan kesên ku her diçin parlamenê û tiştekî naguherin, bêzar bûne û naçin dengdanê. Her kesî fam kiriye guhertin bi qanûnê ku van kesan nivîsiye, ne hesab ji berpirsên komkujî û gendeliyê tê pirsîn ne jî xizmetek ji bo Iraqê û gel tê kirin. Tenê xapandinek heye ku bêjin milet dengê xwe daye me, em jî wan temsîl dikin. Ji bo wê gel neçû dengdanê û deng bikar neanî.
Li seranserê Iraqê rêjeya dengdanê, li derveyî dengdana taybet a li kampan û hêzên leşkerî, polîs artêş û pêşmerge, pir di asteke kêm de ye. Ev bêbaweriya gel dide raber kirin û ji aliyê gel ve di esas de nehatiye pejirandin û rewatiya xwe nîne ku gel ev peyam daye; ‘Tu kesî heq nekiriye li ser navê me bibe hikumet û desthiladar.’ Ji ber ku deshilat li ser gel tê kirin ne ji bo parastina wan.
PIRSGIRÊKÊN DEMA DENGDANÊ DERKETIN
- Gelo çi çêbûye ku rêjeyeke pir mezin ji kampên koçberan biçin ser sindoqan û di eynî parêzgehê de gelê wê parêzgehê, mînak Duhok, neçin dengdanê. Ev dide famkirin ku zext û zor heye.
- Di dema dengdanê de pir kes li navên xwe digeriyan ku wê li kûderê deng bidin, lê navê xwe peyda nedikirin.
- Di seatên destpêka dengdanê de amûrên dengdanê di seata hatibû diyar kirin de neketin kar, ev bêmoralî çêkir û gelek kes vegeriyan malên xwe.
- Hejmareke pir zêde ji amûrên dengdanê, heya saetên nîvro kar nekirin.
- Koçberên hundir, dema ji gundekî biçin gundekî din dengê xwe bidin, bi taybet li gundên qibletê (başurê) Şengalê di çûna ser sindoqan de zehmetî kişandin.
‘EM Ê JI BO MAF Û RÊVEBERIYA XWESER KAR BIKIN’
Ev hemû diyar dike ku hilbijartin ne li gorî rewşa civakê hatiye rêxistinkirin û fikirandin bi civakê nîne.
Em wek Rêveberiya Xweser dîsa di mafê civaka xwe de bi israr in û di têkoşîna xwe de tiştekî ku em gav şûn de bavêjin nîne. Wê hedef û armanc, îradeya civakê derxistina asta herî jor be û xwe rêvebirin be û misogerkirina mafê xwe yê rewa Rêveberiya Xweser be.
Em ê civaka xwe ji aliyê siyasî ve heya dawî biparêzin, em civaka xwe bi destê neyar û dijminan ve bernadin.
Azadî û serkeftin a Êzidiyan û Êzîdxanê ye.”