Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em li ser felsefeya ku ji fermanê rizgar kirin in

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Rêber Ocalan dijî komployê fikir û civaka azad û îradeyek ji agir derxistiye holê, Êzîdî jî rêya çareserî û azadiyê di vê felsefeyê de dîtiye. Em li ser felsefeya ku ji fermanê rizgar kirin in.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi bonaya 23’yemîn salvegera komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di serî de em Rêveberiya Xweser a Şengalê komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelan Rêber Apo tê meşandin şermezar dikin. Komploya navnetewî ya di şexsê Rêber Apo de hat destpêkirin û îro hemû gelên berxweder dixe hedefa xwe, wekî şerekî herî qirej binav dikin û dubara soza xwe ya şikandina diwarê Îmraliyê û bi ruhê serkeftinê mîsogerkirina azadiya fîzîkî a Rêber Apo dubara dikin.

Rêber Apo rûxmî hemû zor û zehmetiyan, li hemberî hemû zilm û zordariya dewleta Tirk a faşîst, îradeyek ji agir, îradeyeke ku ji tûnebûnê hebûn dide avakirin afirand û zîndana Îmraliyê veguherand cihê têkoşîn û berxwedaniyê, bi fikrên xwe bû çavkaniya ronahiyê. Di serî de gelê Êzîdî, îro bi milyonan kes li ser fikir û felsefeya Rêber Apo li dijî zilm, zordarî, ferman, komkujî û kuştinê li ber xwe didin.

‘BI XÊRA FIKRA RÊBER APO EM LI SER PIYAN IN’

Em miletîkî wîsa ne ku bi xêra fikrên Rêber Apo îro li ser piyan e û dijî dewleta Tirk a faşîst û xeta xiyanetê ya mala Barzanî têkoşîna xwe her roj xurtir dikin. Her çiqasî di 9’ê Cotmeha 2020’an de dewleta Tirk a faşîst, PDK û hikûmeta Kazimî xwestibin berdewamiya komploya navnetewî li Şengalê pêk bînin û hîn di vê hewildanê de bin jî, ev salak gelê Êzidî liser piyan e. Eger em gelê Êzidî li ser piyabin û dijî peymana 9’ê cotmehê berxwedaniyeke giştî didin meşandin, ev bi xêra heman fikrên Rêber Apo ne. Rêber Apo çawa ku komploya navnetewî bi têkoşîn û berxwedaniya xwe têk biribe, îro li Şengalê peymana ku tunekirina gelê me dixe hedefa xwe jî, bi fikrên Rêber Apo û têkoşîna gelê me jî, hildiweşe.

‘EM LI SER ŞOP Û FIKRÊN KU EM JI FERMANÊ RIZGAR KIRINE IN’

Hêzên navnetewî yên ku soza tunekirina me dane, îro hemû xewin û xeyalên wan ewin ku li ser tunebûne me ji xwe re hebûnê ava bikin. Bi hemû teknîk û şerên xwe yên qirêj re, hesap kirin ku wê Rêber Apo dîl bigirin, lê belê têkoşîna ku Rêber Apo dijî komploya navnetewî da nîşandan, fikra azad, civaka azad û îradeyek ji agir derxist holê û hezên navnetewî bûn qûrbanên pîlanên xwe yên qirêj. Dîtin ku nikarin Rêber Apo bi komploya navnetewî tune bikin, vê carê bi tunekirina gel re difikirin ku wê Rêber Apo tune bikin. Lê belê gelê Êzîdî me riya çareserî û azadiyê di fikir û felsefeya Rêber Apo de dît . Em li ser heman şop û fikrên ku em ji fermanan rizgar kirin in. Hêzên navnetewî, di serî de jî dewleta Tirk a faşîst û hevkarê wê PDK pêwîste vê baş bizanibe.

‘WÊ HESABÊN KOMPLOYÊ BÊN XWESTIN’

Li ser van esasan em dubara komploya navnetewî ya ku di şexsê Rêber Apo de hat destpêkirin û îro tê xwestin li Şengale were domandin û encam bigirin, şermezar dikin. Em bang di di serî de bang li gelê me yê Êzidî û hemû gelên berxwedêr dikin ku bi rîhê pêngava ‘Dem dema azadiya Rêber Apo’ re tevbigerin. Em dibêjin hilweşandina peymana 9’ê Cotmehê ya dijî Şengalê jî azadiya gelê Êzidî ye û wê hesaba vê komployê were girtin.”