Rêveberiya Xweser: Şengal bêxwedî nîne

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku PDK'ê doh di bin navê 'hilbijartinê' de hewl da hêzên xwe yên çekdar li Şengalê bi cih bike û destnîşan kir, ku Şengal bêxwedî nîne.

PDK'ê doh bi hêzeke mezin a çekdarî di bin navê 'propaganda hilbijartinê' de hewl da derbasî nava Şengalê bibe. Xelkê Şengalê li ber vê hewldanê rabû û di encama berxwedana gel de hêzên çekdar ên PDK'ê neçar man xwe ji herêmê vekişînin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî li bajarokê Sinûnê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin, ku rayedarên Rêveberiya Xweser û endamên Desteya Serokeşîrên Şengalê lê amade bûn.

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Merwan Bedel daxuyanî xwend û diyar kir ku hatina PDK'ê ne ji bo hilbijartinê bû, lê ji bo bicihkirina hêzên xwe yên çekdar li herêmê bû.

Daxuyanî wiha ye:

"Demeke dirêj e PDK hewl dide ku hêzên xwe yên çekdar li Şengalê bi cih bike. Ev hewldan bi taybetî piştî Peyman 9'ê Cotmehê zêde bûne. Pêvajoya heyî pêvajoya hilbijartinê ye. Karê ji bo hilbijartinê bi awayekî demokratik li Şengalê tên meşandin. Kîjan namzet be, ji kîjan partiyê be li ku derê be, rê li wan nehatiye girtin.

ARMANCA HATINA WAN TÊKBIRINA ARAMIYA ŞENGALÊ BÛ

Lê bûyera ku doh rû da bûyereke ji nişka ve nîne. Nêzî 20 roj in hewl didin derbasî Şengalê bibin. Armanca hatina wan jî ew e ku vegere mîna beriya fermanê û Berpirsyarê Leqa 17'an a PDK'ê be û dubare saziyên partiya PDK'ê li Şengalê ava bikin. Ev jî beşek ji peymana 9'ê Cotmehê ye. Em weke Êzidiyên Iraqê vê siyaseta ku PDK dixwaze li me ferz bike, qebûl nakin. Weke Rêveberiya Xweser jî em vê siyasetê qebûl nakin û nabe ku bêyî civaka Şengal biryaran bistînin.

Li ser vê gelek hewldanên me çêbûn û me hişyarî kiribû ku ti elaqeya Leqa 17 bi Şengal û Êzidiyan re nîne. Û ti têkiliyên wan bi Şengalê re jî nîne. Ji ber ku armanca hatine wan ew e ku aramiya Şengal têk bibin. Li ser vê me hişyarî kir ku neyên. Lê ruxmî viya ewana rÊya xwe hilbijartibûn. Destpêkê kesî qala Viyan Dexîl û Mihemed nekirin. Lê PDK'ê ew ji bo xwe bi kar anî, di heman demê de cihên Êzidiyan ên pîroz ji bo berjewandiyên xwe bikar tînin. Em ti carî qebûl nakin cihên me yên pîroz di bin sihê partiyan de bimîne.

ÇIMA NAMZETÊN ÊZIDÎ NIKARIN BIÇIN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PROPAGANDA HILBIJARTINÊ BIKIN?

Berê demekê Baba Şêx serdana Şengalê kir, PDK’ê rê neda ku biçe ziyareta Şerfedîn bike. Lê belê rê didin kesekî wek Aşîtî Koçer biçe Şerfedîn û li wir ji xwe re bikin nuqteyên partiyê. Em viya qebûl nakin. Me ji raya giştî re diyar kir ku bi hêzeke eskerî em rê nadin kesekî derbasî Şengalê bibe. PDK'ê hin tişt ji bo me weke civaka Êzidî qedexe dikin, lê ji bo xwe asayî dikin. Çima namzetên Êzidî nikarin biçin Başûrê Kurdistanê propagandayên xwe yên hilbijatinê bikin?

'XWEDIYÊN ŞENGALÊ LI VIR IN'

Eger dibêjin hilbijartin demokratîkbûn e, hingî ji me bêhtir kesek ji demokrasiyê fêhm nake. Hatina PDK'ê ya doh ne mijara hilbijartinê ye. Esas hatina wan ew ku li Şengalê meqerên xwe yê partiyê ava bikin û gelek hêzên çekdar jî li pey wan bû ku xwe li Şengalê bi cih bikin. Kesên ku hatine jî ji bo zextkirina li ser civaka Êzidî ku dengan bidestbixin û heman demê civaka me çavtirsî bike. Rastiya hatina PDK’ê doh bi vê awayî bû. Raste namzetên PDK'ê li ser navê Êzidiyan, ruxmî ku tu têkiliya wan bi zêdiyan re nîne lê ji ber wek nasname Êzidî ne eger dixwazin bên li vir piropagandayê xwe bikin tu astengiya ku em çêbikin nîne. Lê şertekî me heye ew jî rê bidin namzetê me ku biçe Başûrê Kurdistanê propagandayê xwe bike. Wê demê em jî rê bidin wan bên vir weke namzet. Lê eger Şengal bêxwedî dibînin û rê nadin malbatekî ji vir ziyareta Êzidiyên Başûrê Kurdistanê bike û weke êsîr girtine xelkên me yên kampan de dikin, bila bizanibin ku xwedanê Şengalê li vir hene. Xwedanê Şengalê diyar in kî ne. Xwedî Şengalê ne ew in."