Rêveberiya Hewlêrê nahêle Ronahî TV bûroya xwe veke

Rêveberiya Hewlêrê bi rengekî kêfî nahêle ku Ronahî TV li Başûrê Kurdistanê weşanê bike

Ronahî TV ku li paytexta Swêd Stockholmê weşanê dike û li gelek welatên Ereb û Ewropayê stûdyo û bûroyên wê hene, Cotmeha bihurî ji bo ku li Başûrê Kurdistanê bûroyê veke serî li Rêveberiya Herêmê da lê li gel ku 5 meh di ser serlêdanê re bihurîne jî rêveberiya Hewlêrê bi hincetên beleheq li ser serlêdanê biryarê nade.

Rêveberiya Ronahî TV têkilî mijarê wiha got:

“Ji destpêka meha Cotmeha 2020'an ve, Ronahî TV bi rêya nûnertiya xwe ya resen a ku paytexta Swêdê Stocholmê weke navendeke sereke ye, daxwaznameyeke fermî û li gorî prensîb û qanûnên ragihandinê şand ji aliyên peywendîdar ên hikumeta Başûrê Kurdistanê re. Tê de daxwaz kir ku bûroyeke Ronahî TV li paytexta herêma Başûrê Kurdistanê Hewlêrê were vekirin da ku bikaribe bi awayekî hêsan û li gorî qanûn û prensîbên ragihandinê karê xwe bike. Lê mixabin di bin behaneya ku Komîteya Peywendîdar ji ber vîrusa koronayê ne civiyaye, Hêzên Asayîşê li Hewlêrê ew daxwazname li cem xwe hiştiye û erêkirina ewlehî nedaye û heta kêliya nivîsandina vê daxuyaniyê ew daxwaz hîna bê bersiv maye û me tu destûr ji bo meşandina karê xwe yê ragihandinê li Başûrê Kurdistanê bi dest nexistiye. Tevî ku desthilata hikumeta Iraqê erê kiriye û ji bo rêkarên fermî me serî li Desteya Rewşenbîran a herêma Başûrê Kurdistanê daye û li gorî fermîteya Başûrê Kurdistanê belgeyên pêwîst ji saziyên peywendîdar hatine xwestin.

Li ser vê bingehê belge dema çû ber destê Asayîşê, heta niha nehatiye erêkirin û tu bersiv nehatiye dayîn. Em rêveberiya Ronahî TV dibînin ku tiştên Asayîşa Başûrê Kurdistanê der barê nepêkanîna civîna Komîteya Peywendîdar de gotiye, bihane ye da ku karê televîzyona me li ser xaka Başûrê Kurdistanê qedexe bikin û xebatên xwe yê ragihandinê nemeşîne. Di heman demê de em vê helwestê di cih de nabînin û dixin rêza binpêkirina mafê azadiya ragihandinê û pêkanîna fişarê li ser dezgehên ragihandinê. Em bang li aliyên peywendîdar ên hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku vê helwesta xwe biguherînin, daxwaza me erê bikin da ku azadiya ragihandinê li wê herêmê misoger bibe. Pêwîst e em bêjin ku televîzyona me karê xwe li gelek bajar û paytextên Ewropa û Ereban bi rêya buro an jî nûçegihanên xwe dimeşîne, lê çima desthilata Başûrê Kurdistanê rê nade ku Ronahî TV buroya xwe li herêma wan veke?”