Rêveberiya Goran piştî wefata Mistefa yekemcar li hev rûnişt

Rêveberiya Tevgera Goran, piştî wefata Newşîrwan Mistefa civîna xwe ya yekemîn lidar xist.

Tevgera Goran, piştî wefata Newşîrwan Mistefa civîna xwe ya yekemîn lidar xist. Civînê li Silêmanî dest pê kir û endamên Meclîsa Partiyê û Desteya Şêwirmendiyê tevlî bûn.

Di civînê de, nexşerêya nû ya Tevgera Goran, hilbijartin an jî nehilbijartina serokê nû piştî wefata Newşîrwan Mistefa û mijarên di rojevê de wê bên nirxandin. Sekreterê Tevgera Goran Cemal Hecî Mihemed li ser civînê axivî û anî ziman, ev civîn amadekarî ye ji bo civîna roja Şemiyê. Mihemed diyar kir, ew ê encam û biryarên di civînên Tevgera Goran de bên girtin, bi raya giştî re parve bikin.

Piştî ku lîderê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa jiyana xwe ji dest da, bal çû ser Tevgera Goran ku wê nexşerêyeke çawa bişopîne. Li ser mijara hilbijartin an jî nehilbijartina serokê giştî hin îdîa tên girtin. Tê gotin ku Tevgaer Goran wê serokekî giştî hilnebijêre, li şûna wê konseya serokatiyê ava bike.