Rêveberiya Şengalê bi malbatên şehîdan re civiya

Rêveberiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi malbatên şehîdên Şengalê re ji bo nîqaşkirina pirsgirêkan civiyan.

Rêveberiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi armanca zêdekirina tevkarî, danûstandin û hevkariyê, her wiha ji bo guhdarkirina li malbatan bi wan re civiyan. Civîna ku bi merasîma rêzgirtinê destpê kir li ser navê dîwanê hevseroka MXDŞ’ê Xezal Reşo axivî. Reşo, di kesayetiya Endamê Komîteya Navendî Kasim Engîn de şehîdên şoreşê bi bî anîn û diyar kir ku wê şopdar û dilsozê şehîdan bin.

Xezal di axaftina xwe de bal kişand ser pîroziya şehîdan û diyar kir ku tu milet û gel bê şehîd nebûne xwedî destketî. Xezal got, “Civaka rêxistina xwe heyî bi ewle û aram e û ev jî bi saya şehîdan pêk hatiye. Belê em bi şehîdên xwe diêşin lê şehîdên me parçeyek ji me ne, şehîdên me di ber axa me de canê xwe dan, lewre axa me, welatê me şeref û rûmeta me ye. Heke em bixwazin li ser axa xwe azad bijîn divê em di vê oxirê de ji bedeldayînê xwe nedin paş. Heta em di riya şehîdên xwe de bin, em ê bi ser bikevin. Lewre divê em rêxistinbûn û tevkariya xwe xurtir bikin.”

Di civînê de ku ku nêzî 3 saetan berdewam kir rêveberiya Şengalê pirsgirêk, astengî û rexneyên malbatên şehîdan nîqaş kirin. Di civînê de malbatan pirsgirêkên pê re rû bi rû dimînin, kêmasî û nebesî bi rêveberiyê re parvekirin û bal kişandin ser hevkarî û danûstandina zêdetir. Hem malbatan hem jî rêveberên MXDŞ’ê bal kişandin ser girîngiya rêxistinbûnê û diyar kirin ku hemû nebesî û kêmasî bi rêxistinbûnê çareser dibin û bi vî awayî dikarin nêzî armanca şehîdên xwe bibin.

Di civîne hate ziman ku li tevahiya herêmê di qeyran û aloziyeke kûr re derbas dibe û wiha hat got, “Hem herêma me, hem jî bi giştî Rojhilata Navîn bi qeyran û aloziyeke bê navber re rû bi rû ye. Lewre dagirker jî ji vê fersed dibînin û êrîşî nirx û xaka me dikin. Di vê oxirê de gelek bedel tên dayîn. Herî dawî di encama êrîşên dewleta Tirk de fermandarê mezin Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Kasim Engîn hat şehîdxistin. Em van êrîşan şermezar dikin.

Civaka me niha li başûrê Kurdistanê di bin konan de, di nav şert û mercên zehmet de dijî. Li Efrînê civaka me rastî êrîşên hovane yên çeteyên dewleta Tirk tê, jinên me tên revandin, tecawizkirin û kuştin. Lewre divê em rêxistin û hêza xwe xurtir bikin, yekrêzî û tifaqa xwe pêştir bibin.”

Di civînê de hate gotin ku ji aliyê hin derdoran ve bi zanebûn Şengal û Rêveberiya Şengalê tê reşkirin û hate gotin ku ev kes û derdor ne bi niyeteke baş, bi armanca dijminane van dikin lewre divê miletê me hişyar be.

Serokê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan(PADÊ) Emer Salih jî diyar kir ku ji bo guhdarkirina malbatên xwe û çareserkrina pirsgirêkên wan civiyane û wiha got; “Em ji bo malbatên xwe guhdar bikin ka çi pirsgirêk û rexenyên wan hene, ji bo ku ji bendewariyên wan re bibin bersiv û dengê wan bigihînin cîhanê em civiyan. Me malbatên xwe bi baldarî guhdar kirin, pirsgirêkên wan bi hev re nîqaş kirin û rê û pêşniyariyên çareseriyê geriyan. Em hêza xwe ji şehîd û malbatên xwe yên şehîdan digirin. Lewre daxwaz û pêşniyarên wan ji bo me esas in, em bi bihîstiyarî li ser rawestin.”

Civîn bi rûniştina ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.