Rêveberiya Şengalê bang kir: Rabin ser piyan

Rêveberiya Xweser a Şengalê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û bang li her kesî kir, ku rabin ser piyan.

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyanekê êrîşên li ser Rojava şermezar kir û bang li gelê Şengalê kir, ku li dijî êrîşa rabin ser xwe.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

"Em bi navê gelê Şengalê êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê me yê Rojava şermezar dikin, ev êrîş li dijî aştî, aramî û jiyana hevbeş a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Dewleta Tirk dixwaze bi van êrîşan xwişk û biratiya gelan li herêmê bike hedef, bêdengiya li hemberî êrîşan tê wateya hevkariyê.

Em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku bêdeng nebin, bi taybet bang li gelê me yê Êzidî dikin rabin ser xwe. Ji ber ku ên li me xwedî derketibûn, gelê Rojava û Rêveberiya Xweser bûn. Di dema herî zehmet de ew bûn li kêleka me sekinîn. Îro roj roja xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê ye, divê gelê me dakevin qadan û li dijî êrîşan rawestin."