Rêveberên HDP-DBP’ê hatin binçavkirin
Li Wanê polîsên Tirk ber destê sibehê bi ser malan de girtin û di nav de rêveberên HDP-DBP’ê yên Bajêr jî bi tevahî 6 kes hatin binçavkirin.
Li Wanê polîsên Tirk ber destê sibehê bi ser malan de girtin û di nav de rêveberên HDP-DBP’ê yên Bajêr jî bi tevahî 6 kes hatin binçavkirin.
Ber destê sibehê saet 03.00’an polîsên Tirk bi ser malan de girtin û rêveberên DBP-HDP’ê binçav kirin.
Navê kesên ku hatin binçavkirin wiha ne: Wekîlê Hevserokê DBP’ê yê Wanê Çetîn Ergîn, Reveberên Bajêr Metîn Denîz, Resîm Koklu, Rêveberê Bajêr ê HDP’ê Leyla Işik, rêveberên berê yên DBP’ê Fadil Bariştiran û Dayika Aştiyê Xecê Bariştiran.
Li Wanê duh jî 9 siyasetmedar hatibûn binçavkirin.