Rejîma AKP'ê li Rihayê fihûşê li penaberên Sûriyê ferz dike

Dewleta Tirk penaberên ku ji Sûriyê, ji şer reviyane û hatine Rihayê fihûşê, tiryakê û firotina organên xwe ferz dike. Dema ku penaber ji saziyên dewletê alîkariyê dixwazin, dibêjine wan, ''Ya biçin welatê xwe bimirin an jî fihûşê bikin''.

Polîtîkayên dewleta Tirk ên pişaftinê yên li bajarên Kurdistanê didome. Ev polîtîka zêdetir li bajarên li ser sînorên Bakur-Rojava têne xebitandin. Ji psîkolojiya penaberên ku ji şerê Sûriyê reviyane dewlet sûdê werdigire. Dewleta Tirk ku destûrê dide fihûş, tiryak û mafyaya organan geş bibe, li van bajaran, bi kontrola amirên rêveriyê têne kirin.

Fihûş li yek bajarê mezin ê Bakur, ku li ser sînorê Rojava-Bakur e, li Rihayê bi destê dewletê her ku diçe geştir dibe, li gorî agahiyên ku ji kanên xwecih hatine girtin li Rihayê ji 850'î zêdetir malên fihûşê hene û ev jî jî bi agahiya emniyeta  Rihayê ya bi kontrola AKP'ê ye û emniyetê gotiye, 'Bi kontrola me ye''.

Tê gotin saziyên dewletê yên ku hemû bi kontrola AKP'ê ya bi Seroktiya Tayyîp Erdogan in, li taxên hejar ên Rİhayê fihûşê li ser jinên penaber ferz dikin. Penaberên ku kar nabînin, niikarin abora mala xwe bikin û ji dewletê alîkariyê dixwazin gotin, dewlet pêça xwe nade wan û ji wan re dibêjin, ''An biçin li welatê xwe bimirin an jî weke yên xwe xwe bifiroşin.''

'TIRKIYE JI REJÎMA ESAD KAMBATIR E'

Jineke 35 salî ku ji ber tirsa dewleta Tirk newêrîbû navê xwe bide û ev 7 sal in ji şerê Sûriyê reviyaye û li Rihayê dijî, dayika 6 zarokan e, hevserê wê di şer de hatiye kuştin. Jina ku navê xwe nedayî got, ''Ez û zarokên xwe her sibeh dema ku em ji xew şiyar dibin, em şikir dikin û dibêjin, ''îro jî em ji birçîna nemirin. Ji ber ku em bi zor û zehmetiyê xwarinê dibînin. Beriya bi 7 salan li Sûriyê di şer de mêrê min hate kuştin. Di teqînekê de, bêyî ku ti sûc û gunehî hebe hate kuştin. Ji bêgavî min rahişte zarokê xwe û hatim Tirkiyê.

6 zarokên me hene û ji ber ku min nema dikarîbû li wan binerim min xwest ku xwe bikujim. Lê ji min pê ve çi kesekî ku li wan binere tine. Ji ber vê min xwe nekuşt. Dema ku em hatibûn vir me got belkî em dîsa jiyanekê ji xwe re ava bikn. Me got li şûna ku em di navbeyna Esad û muxalîfên selefî de bimînin û li wir bimirin belkî em li van deran jiyanê ava bikin. Me bîr nedibir ku rejîma Tirkiyê ji ya  Esad kambaxtir e.''

'HÛN JÎ BIÇIN FIHÛŞÊ BIKIN'

Jina penaber bi berdewamî got her roj ew diçin ber saziyên dewleta Tirk alîkariyê dixwazin û got, ''Ji bo ku zarokên min nemirin em hewceyî pariyek nan in. Em 3 malbat li maleke du odeyî dimînin. Hema hema her roj em diçine ber saziyên dewleta Tirk alîkariyê dixwazin. Destpêkê tiştin didan, zikê me têr dibû. Lê van 3-4 salên dawî ji bo ku alîkariyên nekin her tiştî dikin.

Li taxa me gelek jin, haya hevserê wan jî jê heye û fihûşê dikin, bi fihûşê zikê xwe têr dikin. Dema ku em diçine ber saziyên dewletê jî vê dibêjin  û em dibêjin, ''em jî fihûşê bikin''. Bersiv wiha ye: ''Em çi bikin? An biçin welatê xwe bimirin an jî hûn jî fihûşê bikin. Çi yê we ji yên ku fihûşê dikin kêmtir e?''

'FIHÛŞÊ LI ME FERZ DIKIN'

Jineke dî jî ku piraniya malbata wê di şer de mirî got, ''Ez dixwazim bi pereyên helal zarokên xwe têr bikim. An bila kar bidin me an jî alîkariyê bidin, an jî deriyê Ewropayê vekin, em biçin. Her ku diçe psîkolojiya me têk diçe. Ez li Sûriyê mamoste bûm,, ez û sê zarokên xwe û hevserê xwe em ji bêgavî hatin vir. Hevserê min beriya bi salekê ji qehra mir. Zarokên min ji ber birçîbûnê her roj nexweş dikevin. Gele jinên Sûriyê ji bêgavî fihûşê dikin. Ên ku nakin jî zorê li wan dikin. Hevserê wan jî dizanin. Ji ber ku hevserê wan kar nabînin.

Kar hema hema tine.  Bi ser de mêr jî ji bo debara xwe ji bêgavî fihûşê dikin. Riha êdî bûye bajarê fihûşê. Penaberên Sûriyê weke derdoreke ku fihûşê dikin, tiryakê bi kar tînin û organên xwe difiroşin nîşan didin. Gelek penaberan nas dikim ku gurçikên xwe firotine. Ên ku karê tiryakê dikin û difiroşin jî hene. Rewş her ku diçe xirabtir dibe. Dewleta Tirk fihûşê li me ferz dike, tiştên derî sincê li me ferz dike.''