Rejîma AKP’ê li Dersimê 31 herêm qedexe kir

Rejîma AKP’ê li bejahiya Dersimê 31 herêm ji bo salekê qedexe kir.

Walîtiya mêtinger a li Dersimê, 31 herêmên li bajêr ‘qedexe’ kir. Biryara ‘qedexekirinê’ ew ê heta 1’ê Tîrmeha 2019’an bidome.

Hin cihên ku hatine ‘qedexekirin’ ev in: Çemê Balî, Çemê Kûrûtlû, Geliyê Kûtûdere, Herêma Tabantepe, herêma Karameştepe, Taxa Eroglû, Çiyayên Mercanê, Çemê Kiranê, Zozanên Golanê, Zozanên Dalavê, Herêma Ganekastîkê, Herêma Karadere, herêma gundê Aslica, Gundên Tavûklû û Dogantaş ên Nazimiye, Zozanên Yoncalik û Sarigul ên Pulumurê, Daristana Kînzîr a Xozatê.