Rejîma AKP'ê deriyê sînor ê li Bazîdê li bazirganiyê girt

Hikumeta AKP'ê ku dîwar li ser sînorê Îranê lê kir, Deriyê Sînor ê Gurbûlakê yê Bazîdê ji bilî kîloyek çay û 3 qerton çixareyê, li bazirganiyê girt. Şêniyên Bazîdê nerazîbûn nîşanî girtiya deriyê sînor dan, ku çavkaniya debara herêmê ye.

Destwerdana rejîma AKP'ê ya li çavkaniyên debarê yên li Kurdistanê bê navber dewam dike. Deriyên sînor ên Bajêrgeh ê Colemêrgê, Kapikoy ê Wanê û Gurbûlak ê li navçeya Bazîd a Agiriyê çavkaniyên girîng ên debara herêmê ne. Lê belê bazirganiya li her sê deriyên sînor li gorî dilê rejîma AKP'ê tê kirin, ya jî nayê kirin. Piştî ku bi armanca astengkirina qaçaxçitiya cixare û berhemên din cezayên giran hate ferzkirin û li gelek herêman mirovên bazirganî li ser sînor dikirin hatin kuştin, niha jî destûr nayê dayin ku gel karibe bi rengekî azad li deriyên sînor bazirganiyê bike.

KOTAYEKE SOSRET

Bazîd ku diviyabû yek ji navendên girîng ên bazirganiya herêmê bûya, ji ber polîtîkayên salên dawî yên hikumeta AKP'ê aboriya wê bi temamî têk çû. Ji bo debara gelê herêmê tenê deriyê sînor ê Gurbûlakê mabû. Lê belê, hikumeta AKP'ê bi qedexeyên ku dema dawî bi rengekî kêfî ferz dike, bazirganiya li vê derê jî zehmet kir. Kotaya ku ji bo bazirganiya li deriyê sînor ê Gurbûlakê bê kirin hate diyarkirin, tiştekî sosret e. Tenê ji bo kîloyek çay û 3 qerton çixare destûr tê dayin. Ji bilî van, destûr nayê dayin ku bazirganiya tiştekî din bê kirin. Qîma xwe bi vê jî nînin û vê carê karmendên li deriyê sînor bertîlê ji mirovên ku kîloyek çax û 4 qerton çixare derbas dike dixwazin.

KAYA: GELÊ HERÊMÊ TÊ CEZAKIRIN

Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Dalha Kaya li ser mijarê agahî da û diyar kir ku li bajarên Agirî, Wan û Colemêrgê ji aliyê aborî ve gel tê cezakirin. Kaya got ku wan gelek caran li ser mijarê bang kirine, lê belê bi gotina 'alîkarî ji PKK'ê re tê kirin' deriyên sînor hatine dorpêçkirin û li bazirganiyê hatiye qedexekirin. Kaya got, "Kurd tenê dixwazin bi awayekî azad bazirganiyê li vir bikin. Divê derfet bên dayin ku mirovên me karibin debar xwe bikin. Tevî ku ev yek berpirsyariya hikumetê ye, hikumet berevajî vê berpirsyariya xwe tevdigere û bazirganî qedexe kiriye. Em bang dikin ku dest ji van polîtîkayan bê berdan û pêşî li bazirganiyê bê vekirin."

AKP WÊ DERIYÊN SÎNOR DÎSA WEKE SOZA JI BO HILBIJARTINÊ BI KAR BÎNE

Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Lezgîn Botan jî mijara deriyên sînor ên Bajêrgeh, Kapikoy û Gurbûlakê xiste rojeva meclîsê û got, "Di vê demê de ku deyn û barekî giran li ser milê gel û esnafên herêmê ye, deriyên sînor gelekî girîng in. Divê cihên bi vî rengî werin zêdekirin. Qedexekirina van cihan nayê fêhmkirin. Xuya ye AKP wê careke din vê mijarê ji bo hilbijartinê bi kar bîne û sozê li ser wan bide. Ji bo hesabên xwe yên siyasî gel mexdûr dikin. Ji bo deriyên sînor heta dawî vekirî bin, em ê têkoşîna xwe li her cihî bidomînin."