Rejîma Îranê Perwîn Edwayî şand girtîgeha Sineyê

Tora Mafê Mirovan a Kurdisanê ragihand ku rejîma Îranê çalakvana sivil a Kurd Perwîn Edwayî ku 2 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, şand girtîgeha jinan a bajarê Sine.

Dadgeha Şoreş a bajarê Merîwanê 5 sal ceza li çalakvana sivîl a Kurd Perwîn Edwayî birîbû, lê piştre ceza li ber çavan re hate derbas kirin û 2 sal cezayê girtîgehê hate dayîn

Tora Mafên Mirovan a Kurdisanê ragihand ku  Perwîn Edwayî ji ber nexweşiya Tiroîd (Thyroid) birin navenda perwerde û çaksaziyê ku pêwîstî bi tedawiya pizişkî heye.

Li gorî heman çavkaniyê tevî ku berpirsê dadgeha Merîwanê ji nexweşiya Perwîn Edwayî agahdar bûn. Piştî dayina cezayê girtîgehê Edwanî şandin girtîgeha bajarê Sine.