Rejîma Îranê li Şaho kolberek din jî qetil kir

Hêzên rejîma Îranê li bajarê Şaho yê Rojhilatê Kurdistanê kolberê Kurd ê bi navê Silêman Qadir qetil kir.

Hêzên rejîma Îranê li bajarê Şaho yê eyaleta Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê kolberê kolberek din ê Kurd qetil kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Kar a Îranê (Îlna) ya fermiya hikûmeta Îranê, li herêma gundê Heq a bajarê Şino kolberê Kurd ê bi navê Silêman Qadir hatiye qetilkirin.

Kolberê jiyana xwe ji destdanî xelkê gundê Nilas yê Serdeştê ye û cenazeyê li baregeha leşkerên Îranê ya li gundê Heq tê ragirtin.

Di rojên borî  encama qetilkirina 2 kolberan a li Banê de, li gelek navenda çalakiyên protestokirinê hatibû lidarxistin.