Rejîma Îranê Kurdekî din bi êşkenceyê qetil kir

Rejîma Îranê bi hinceta ku beşdarî çalakiyên li welat bûye, ciwanekî Kurd bi êşkenceyê qetil kir. Hat ragihandin ku ciwanê bi navê Kiyanûş Zendî yê di Girtîgeha Sine bi êşkenceyê hatiye qetilkirin.

Li Îranê di çalakiya 28’ê Kanûna 2017’an de ciwanekî din, di binçavan de hate qetilkirin.

Hat ragihandin ku ciwanê bi navê Kiyanûş Zendî yê di Girtîgeha Sinê bi êşkenceyê hatiye qetilkirin.

Li gorî nûçeya Înkilabî Rojava ya ku li Rojhilatê Kurdistanê li ser Telegramê weşanê dike, îstîxbarata Îranê duh ji malbata Kiyanûs Zendî re gotine ku ‘kurê we xwe kuştiye.’

Di Girtîgeha Sineyê de ciwanê bi navê Saro Qehremanî (24) jî bi êşkenceyê hatibû qetilkirin. Li Wîlayeta Mazenderanê ya ku li Bakurê Îranê ye, hatibû ragihandin ku ciwanê bi navê Alî Pûladî (26) yê di Girtîgeha Çalûsê de jî hatibû qetilkirin.

Di çalakiyên Îranê de yên ku di 28’ê Kanûna 2017’an de hatibû destpêkirin, li gorî encamên fermî 22 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 2 hezar kes jî hatine binçavkirin.

Tê diyarkirin ku kesên tên binçavkirin êşkence li wan tên kirin û ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji dest didin. Hat ragihandin ku di 10 rojên dawîn de 7 kes ji ber êşkenceyê hatine qetilkirin.

Di rojên borî de Sîna Qenberî (23) ê di Girtîgeha Evînê de, Mihemed Heydarî (22) ê di Girtîgeha Erakê de, Mohsen Edelî (26) ê di Girtîgeha Dezfûlê ya li Ehwazê de bi hinceta ku beşdarî çalakiyan bûne, bi êşkenceyê hatibûn qetilkirin.

Ji aliyê din ve jî parêzera mafên mirovan parêzer Nesrîn Stûda di daxuyaniya xwe de ya ku dabû Televîzyona Internatîonalê ya Îranê diyar kiribû ku du ciwan di girtîgehê de bi êşkenceyê hatine qetilkirin.