Rejîma Îranê kolberekî Kurd kuşt

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd kuştin.

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand, roja Duşema bihurî li bajarokê Sewlawa yê Merîwanê ku bi parêzgeha Sine ve ye, hêzên rejîma Îranê gule li kolberekî Kurd reşandin. Kolberê Kurd di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest da.

Komeleyê diyar kir ku navê kolberê jiyana xwe ji dest daye Kerîm Mihemed e.

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê her wiha diyar kir ku piştî hêzên Îranê kolberê Kurd kuştin, hewl dan ku ji cihê bûyerê birevin, lê xelk li wir kom bûne û rê nedane.