Rejîma Îranê kolberekî din kuşt, yek jî birîndar kir
Hêzên rejîma Îranê doh li ser xeta sînorê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî din kuşt, yek jî birîndar kir.
Hêzên rejîma Îranê doh li ser xeta sînorê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî din kuşt, yek jî birîndar kir.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê, hêzên rejîma Îranê li herêma Hengejal a parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan reşandin. Di encamê de kolberek hat kuştin û kolberek din jî birîndar bûye.
Di heman nûçeyê de navê kolberan jî hate eşkerekirin. Navê kolberê hate kuştin Ûmîd Xizrî (47) ji bajarê Muhabadê ye, kolberê birîndar bûyî jî Ferhad Îsmaîl (18) ye ku ew jî ji bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê ye.