Rejîma Îranê du roj berê kolberek birîndar kir

Hêzên rejîma Îranê roja 4’ê Hezîranê li bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan reşandibû ku di encamê de ciwanekî Kurd hatibû birîndarkirin.

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê bajarê Bane ya Rojhilatên Kurdistanê di 4’ê Hezîranê de gule li komek kolberan reşandibû. Di encama gulebarana hêzên rejîmê de ciwanekî Kurd yê bi navê Elî Mearêfî ji lingê xwe ve birîndar bûbû. Ciwanê birîndarbûyî ji gundê Nenor a girêdayî Bane ye. Her wiha hate zanîn ku ew ciwan piştî birîndar bûye rakirine nexweşxaneyê.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê jî ragihand ku ji 21’ê Gulanê heta niha 5 kolber yên bi navê Qadir Yadsar, Erselan Ehmedî, Muhsên Derwîşzade, Êbrahîm Cûrdîzêc û Secad Delayî Mîlan di encama gulebaranên hêzên rejîma Îranê û Tirkiyê hatine kuştin û 11 kolber jî birîndar bûne.