Rejîma Îranê 2 kolberên din birîndar kir
Hate zanîn ku hêzên rejîma Îranê vê carê li herêma Bane ya Rojhilatê Kurdistanê gule li komek kolberan reşandiye û di encamê de 2 kolber birîndar bûne.
Hate zanîn ku hêzên rejîma Îranê vê carê li herêma Bane ya Rojhilatê Kurdistanê gule li komek kolberan reşandiye û di encamê de 2 kolber birîndar bûne.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê duh hêzên rejîma Îranê li herêma sînorî ya bajarokê Bane ya girêdayî bajarê Sine gule li komek kolberan reşand, di encamê de 2 kolber birîndar bûne.
Hate diyarkirin kolberê bi navê Muxtar xelkê gundê Mencelean û Mîkaîl xelkê gundê Binawe birîndar bûne.
Li gorî nûçeya hatî weşandin her du birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya Bane.