Rejîma Îranê 2 jîngehparêz destgîr kirin
Rejîma Îranê bê ku sedemek nîşan bide li Bane û Sine 2 jîngehparêz destgîrkirin û birin ciheke nediyar.
Rejîma Îranê bê ku sedemek nîşan bide li Bane û Sine 2 jîngehparêz destgîrkirin û birin ciheke nediyar.
Li gorî Kolbernewsê, rejîma Îranê 29’ê Îlonê li Banê jîngehparêzê bi navê Selah Husênpenah destgîrkirin û piştre jî avêtine ser mala wî û piştî lêkolînekê, hinek tişt desteserkirine û li gel xwe birine.
27’ê Îlonê jî li Sinê Salar Salihî jî yê bi eslê xwe ji Sine destgîr kir û ew jî birin cihekî nediyar.
Heta niha li ser sedemê destgîrkirin û cihê birine agahiyek nehatiye girtin.