Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî yên Kurd darve kirin

Rejîma Îranê du girtiyên siyasî yên Kurd ên li girtîgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê dar ve kirin.

Li gorî rapora Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, şevê din di saet 00.30’an de rejîma Îranê girtiyên siyasî yên Kurd ên bi navê Sebîr Şêxzade û Diyako Resulsaze bi darvekirin.

Girtiyên siyasî yên Kurd ên bi navê Sebîr Şêxzade û Diyako Resulsaze duh birîbûn hucreyên yek kesî ya girtîgeha Urmiyeyê û şevê din jî birin cihê darvekirinê.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty Internatîonal) duh bi daxuyaniyekê ji rayedarên Îranê xwestibû ku cezayê darvekirina van herdu girtyan rawestîne.

Her wiha Rêxistina Mafê Mrovan a Îranê jî ragihand ku ji berî ku ev herdu girtî werin darvekirin, nehiştine malbat û xizmên xwe bibînin û ragihand;”Seîbr û Diyako bi darve kirin ku hem di dema lêpirsînê de, hem jî di dema meşandina dadgehê de, ev cezayê xistine stûyê wan red kirine.”

Tora Mafê Mirvan a Kurdistanê wiha tîme ziman;”Gelek caran mafên van herdu girtiyan hatine binpêkirin. Êşkenceya tund a fizîkî û deronî lê kirine, piştî ku bi awayek dijwar dan îtirafkirin, di televîzyona Îranê de îtirafa wan dan parvekirin. Bi awayek nedadperwerî cezayê darvekirinê lê birîn.”

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan hîn cezaneyên herdu girtiyan radestî malbatên wan nehatine kirin.

Hêjayî gotinê ye Sabir Şêxzade û Diyako Resulzade, di Adara 2014’an de ji aliyê hêzên Îtlaetê ve li Mahabadê hatibûn binçavkirin. Herdu girtî bi hîceta ku di merasîmek a bajarê Mahabadê ya 9’ê Îlona 2010’an de mayîn teqandine, hatibûn binçavkirin. 

Lê di 22’yê Îlona 2010’an de feramndarê hêzên supayê pasdarên Îranê Mihemed Pakpur bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wana kesê  sereke yê teqînê pêkanî bû, kuştine.