'Reforma dadgeriyê bi destgîrkirinê dest pê kir'

Baroya Amedê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên vê sibehê da û diyar kir ku 'Reforma dadgeriyê' bi destgîrkirina parêzeran û nûnerên rêxistinên civaka sivîl dest pê kiriye.

Baroya Amedê li ser operasyona qirkirina siyasî ya ku vê sibehê di çarçoveya lêpirsîna dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hate kirin, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê d hate bibîrxistin ku herî kêm 17 endamên Baroya Amedê û 2 endamên Baroyên Şirnex û Semsûrê jî di nav de biryara destgîrkirina 101 kesî hate dayin.

'GEF Û ZEXTA BI RÊK Û PÊK'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku demeke dirêj e li dijî parêzeran û rêxistinên mafên mirovan zext, zordarî, gef û operasyonên destgîrkirinê tên kirin û hate gotin, "Reforma dadgeriyê bi destgîrkirina parêzeran û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl dest pê kiriye."

Baroyê diyar kir ku destgîrkirin binpêkirina hiqûqê ye, dadgerî bi fermana desthilatdariyê tevdigere, hewl dide zextê li parêzeran bike û wiha dewam kir: "Aqlê ku nabîne bi betalkirina demokrasiyê û dewleta hiqûqê re dibe sedema felaketê, divê zanibe ku têkiliya jiyana aştiyane ya li vî welatî ji holê radike."

'SERBEST BERDIN'

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku dawî li van operasyonên li derveyî hiqûqê bê anîn û kesên hatine destgîrkirin jî tavilê bên berdan.

Baroyê diyar kir ku wê detayên li ser lêpirsînê di nava rojê de eşkere bike.