BI DÎMEN

'Referandûm wê bandorê li hebûna Kurdan bike'

Eren: Daxwazên eniya demokrasiyê ya li Tirkiyeyê û daxwazên Kurdan yek e. Demokratîkbûn e. Komara ku demokratîk bibe, wê hebûna Kurdan qebûl bike.

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren, guhertina destûra bingehîn û bandora vê yekê ya li Kurdan, ji ANF'ê re nirxand.

Eren bibîr xist, ku hiqûqnas û zanyarên bi destûra bingehîn ve dibilin, li ser destûra bingehîn xwedî nêrîn û tespîteke hevpar in û got, "Destûra Bingehîn, metnên ji rêzê yên hiqûqî nînin. Metneke qanûnî ye ku xwe dispêre lihevkirina hemû pêkhateyên etnîkî û baweriyan ên li nava civakekê. Metna hevpeymanê ye."

'PIRANIYA DESTÛRÊN BINGEHÎN ÊN LI TIRKIYEYÊ BÛNE DESTÛRÊN BINGEHÎN ÊN FAŞÎST'

Cîhan Eren diyar kir, Destûra Bingehîn a sala 1921'ê ne di navê de, hemû destûrên bingehîn ên li Tirkiyeyê, li gorî nêrîn û daxwaza desthilatdariya siyasî, ji bo parastina berjewendiyên desthilatdariyê li ser civakê hatine ferzkirin. Eren got, "Lewma hemû destûrên bingehîn ên li Tirkiyeyê hatine amadekirin, destûrên ferzkirinê ne. Yanî, komên li ser dewletê desthilatdar in, ji bo berjewendiyên xwe metnên qanûnî amade kirine û ev yek jî li ser civakê ferz kirine. Ev jî destûrên bingehîn ên faşîst in."

'DESTÛRA BINGEHÎN A ROJA ÎRO JÎ JI BO BERJEWENDIYÊN ERDOGAN Û DERDORA WÎ TÊ AMADEKIRIN'

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren ragihand, Destûra Bingehîn a niha tê ferzkirin jî, bi nêrîna Erdogan û derdora wî, ji bo parastina berjewendiyên wan ketiye rojevê û got, "Ji ber vê yekê, ev destûra bingehîn, pêkhateyên ji bawerî û etnîkên cuda, hebûna wan ewle nake."

'YA KU TÊ KIRIN PEYMANA NAVBERA FAŞÎSTÊN REŞ Û FAŞÎSTÊN KESK DE YE'

Eren destnîşan kir, ji ber ku destûra bingehîn metneke lihevkirina civakî ye, beşeke mezin a civakê li ber vê hewldana dawî radibe û wiha dewam kir: "Destûra Bingehîn ew metne ku hewl dide yekîtiya civakî li ser bingeha demokratîk ava bike. Ji ber ku ev destûra bingehîn a tê çêkirin li ser civakê tê ferzkirin, metneke Bahçelî-Erdogan e. Yanî peymaneke lihevkirinê ya navbera wan e. Peymana lihevkirinê ya navbera faşîstên reş û faşîstên kesk e. Civak vê metna lihevkirinê ya navbera wan dibîne. Lewma ji her beşên civakê, mirov li ber vê radibin. Yanî îspata şaşîtiya vê destûra bingehîn, rabûna mirovên ji her beşên civakê ye. Ji ber ku kesî nahewîne."

'PÊWENDIYA VÊ YEKÊ NE TENÊ BI KURDÊN PKK'YÎ HEYE, BI HEMÛ KURDAN HEYE'

Eren bal kişand ser bandora vê destûra bingehîn li Kurdan û ev tespît kir: "Ev yek hilbijartineke şaredariyê nîne. Hilbijartineke parlamenteriyê yan jî hilbijartina serokkomarekî xwe dispêre destûreke bingehîn a normal nîne. Pêwendiya vê yekê bi hebûna Kurdan heye. Yanî tevî Kurdên welatparêz û PKK'yî bandorê li hemû Kurdan dike. Di vir de, mijar hebûna Kurdan e. Lewma ne rast e ku bi nêrîna AKP'yî, HDP'yî, DBP'yî nêzîkatî bê nîşandan. Lazim e di ser Kurdbûn û Tirkbûnê ve ev rewş bê nirxandin. Ji ber ku bi vê referandûma destûra bingehîn re wê hêzeke nû ji Erdogan re bê dayîn ku karibe destûreke bingehîn a nû çêbike. Eger vê hêzê bide erêkirin, wê kurdan jî tesfiye bike. Em ji ku dizanin? Di dema peymana Lozanê de heyeta Kurd dema bi Îsmet Înonu û Îngilîzan re nîqaş dike, Komara Tirkiyeyê weke dewleta Tirk û Kurdan bi nav dike. Ew Kurd li pêşberî Îngilîzan, ji bo rewabûna Komarê dibin alîkar. Dema ku ew Kurd ji Lozanê vegeriyan Enqereyê, bi destûra bingehîn a sala 1924'an re tên îdamkirin. Bila Kurdên niha di nava AKP'ê de ne bi taybetî li Hasan Basriyan binêrin, bê çi hatiye serî. Em dizanin, Kurdên ku bi fermana Mûstafa Kemal name dan nivîsandin, bi kincên Kurdî wêne kişand û şand Lozanê, piştre îdam kirin. Heman tişt dikare careke din rû bide. Ji ber ku em di pêvajoyeke bi vî rengî de ne. Ji ber ku sedema helwesta 'NA' ya Kurdan, pêwendiya xwe bi hebûna xwe ya neteweyî heye."

'BENÊ SÊDARÊ YÊ ERDOGAN DI DESTÊ KURDAN DE YE'

Eren destnîşan kir, ku helwesta Kurdan a ji bo qebûlkirina hebûna xwe ya neteweyî, hêza motorê ya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û got, "Ji ber vê yekê em bi têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê re ne. Daxwazên eniya demokrasiyê ya li Tirkiyeyê û daxwazên Kurdan yek e. Demokratîkbûn e. Komara ku demokratîk bibe, wê hebûna Kurdan qebûl bike. Lewma, Kurd wê di vê referandûmê de ya benê sêdarê bixin stuyê xwe û xwe îdam bikin, yan jî wê wî benî bixin stuyê Erdogan. Ji niha ve tê nîqaşkirin. Di Civîna Desteya Ewlekariya Milî de hat dîtin ku girîngiya Kurdan gelekî mezin e. Gotin, ku wê di referandûmê de li Kurdistanê tedbîrên taybet bigirin. Çima? Ji ber ku benê sêdarê yê Erdogan bi rastî jî di destê Kurdan de ye. Tirkiye parçe bûye. Kurd giraniyê bide ser kîjan alî, wê ew alî bi ser bikeve."

'DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYEYÊ BI HEBÛNA KURDAN VE GIRÊDAYÎ YE'

Eren bal kişand ser tespîteke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di vî warî de got, "Mîna ku Rêberê me dibêje; demokratîkbûna Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd dibe. Pêwendiya xwe bi hebûna Kurdan heye. Lewma wezîfeyeke dîrokî li pêşiya me Kurdan e. Di vir de cudahiya çep, rast, neteweperest, olperest, sosyalîst nîne. Ji ber ku Tirkiye demokratîk bibe wê hebûna Kurdan jî lê bê parastin. Kurd hebin, wê beşên din ên civakê, Elewî, Êzidî, çepgir, netewperest hemû xwe karibin îfade bikin. Lê belê eger di referandûmê de dengê 'erê' zêde be, wê mirin û komkujî bibe para Kurdan."