Rêbîn Sine li ser gora xwe hat bîranîn

Çalakê siyasî û welatparêzê Rojhilatê Kurdistanê Rêbîn Sine di salveger yekem a qetilkirina xwe de li Silêmanî li ser gora bi merasîmekê hat bîranîn. Di merasîmê de hate gotin ku qetlîam wê wan netirsîne û ewê têkoşîna xwe bidomînin.

Bi tevlîbûna malbat, çalakvanên siyasî û welatparêzên Rojhilatê Kurdistanê, di salvegera yekem a qetilkirina çalakê siyasî û welatparêz Rojhilatî Rêbîn Sine de li ser gora wî kom bûn û bi merasîmekê ew bibîr anîn.

Di merasîmê de di şexsê welatparêz Rêbîn Sine de ji bo bîranîna hemû şehîdên rêya azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyaniya Saziya Malbatên Şehîdan a KODAR’ê ji aliyê Karwan Tîleko hate xwendin. Tîleko anî ziman ku bi qetilkirina hevalê me xwestin pêşiya têkoşîn û xebata gelê me bigirin û got: “Me biryara têkoşînê daye.”

Tîleko bal kişande ser berxwedana 14’ê Tîrmeha 1982’an a bi pêşengtiya kadroyên PKK’ê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek û destnîşan kir: “Bi saya berxwedan û têkoşîna wan xebata me pêş ket, her wiha nîşan dan ku li dijî xiyanet, koledarî û her cûre êrîşan bi berxwedanê encam digire.”

Tîleko di serî de qetilkirina Rêbîn û her cûre qetilkirinên siyasî û sivîl ên li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û soza xurtkirina têkoşînê da. Tîleko daxwaz ji saziyên ewlekarî û hiqûqî yên Başûrê Kurdistanê kir ku kujeran aşkera bikin û cezayê wan bidinê.

Hevjîna şehîd Rêbîn Sine Ronahî Sine jî axivî û diyar kir ku ew bi şehîdên xwe serbilind in û got: “Dijmin bi qetilkirinê xwest ku em serî bitewînin û vîna me teslîm bigirin. Lê em li ser rêya xwe bi biryar in û emê têkoşîna xwe bidomînin.”

Rêbîn Sine penabereke siyasî û welatparêzeke yê Rojhilatê Kurdistanê ye, ji ber helwestên xwe yên siyasî berê xwe dabû Başûrê Kurdistanê û li bajarê Silêmaniyê jiyan dikir. Rêbîn “4’ê Tîrmeha 2021’ê li navçeya Jale hate qetilkirin.