'Rêber Apo hêviya azadiyê ya gelên cîhanê ye'
Şervanên YBŞ'ê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li gelan kirin, ku têkoşînê mezintir bikin.
Şervanên YBŞ'ê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li gelan kirin, ku têkoşînê mezintir bikin.
Şervanên YBŞ'ê dan xuyakirin, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêviya azadiyê ya gelê Kurdistanê û gelên cîhanê ye û li dijî tecrîda ev 17 sal in dewam dike bang li gelan kir, ku bêdeng nemînin.
'EM Ê JI BO AZADIYA RÊBERÊ XWE TÊBIKOŞIN'
Şervanekî YBŞ'ê bal kişand ser girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Êzidiyan û destnîşan kir, ku sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê êdî ne ya qebûlkirinê ye. Şervan da xuyakirin, ti nêrîn û felsefe bi qasî ya Ocalan bi kêrî civaka Êzidî nayê û wiha dewam kir: "Paradîgmaya Rêber Apo ji nû ve hêz da Êzidiyan. Civaka Êzidî ku di xewa mirinê de bû, bi felsefeya Rêber Apo ji nû ve zindî bû. Ev 17 sal in tecrîdeke giran li ser Rêberê me ye û dewleta Tirk a faşîst îşkenceyê lê dike. Em vê sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê bi ti awayî qebûl nakin. Ji bo azadiya Rêber Apo, em ê bi hemû hebûna xwe têbikoşin. Li ser vê bingehê em bang li tevahiya gelê Kurdistanê bi taybetî civaka Êzidî dikin, ku ji bo azadiya Rêberê me têbikoşin."
'JIYANEK BÊYÎ RÊBER APO NABE'
Şahîn Xanesor destnîşan kir, ku nêzîkatiya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan xeta herî hesas e û got, "Eger îro civaka Êzidî ji komkujiyê rizgar bû be, ev yek bi saya Rêber Apo ye. Rêber Apo hêviya azadiyê ya Kurdan û gelên cîhanê ye. Dewleta AKP ji bo têkiliya navbera gelê Kurd û Rêber Apo bibire, Rêberê me dîl girtî ye. Bi vî rengî dixwaze teslîm bigire. Lê belê gelê Kurd bi berxwedana xwe bersivê dide wan. Lewma em esareta Rêberê xwe bi ti awayî qebûl nakin. Heta ku Rêber Apo azad nebe, em ê rehet nebin. Ji ber ku jiyanek bêyî Rêber Apo nabe. Em bang li gelê xwe dikin, ku bi hev re têkoşîneke xurt bimeşîne û sala 2017'an bike sala azadiya Rêberê me û Kurdistanê."
'HELWESTA DEWLETA TIRK WÊ BÊ BERSIV NEMÎNE'
Şervanekî din ê YBŞ'ê Şengal Til Izêr jî ev gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist: "Eger ez ji vir derkevim, ez ê yek bi yek hesab ji kesên ku tiliya xwe di komkujiya civaka Êzidî de heye bipirsim." Til Izêr da xuyakirin, ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin û got, "Eger civaka Êizdî îro xwe diparêze û xwe îfaded ike, ev yek bi saya hewldan û felsefeya Rêber Apo bûye. Nêzîkatiya li Rêber Apo nêzîkatiya li me ye. Azadiya Rêberê me azadiya gelê me û gelên bindest e. Em ê ji her demê bêhtir li ber pêkanînên li dijî Rêber Apo rabin. Eger helwesta li dijî Rêberê me bi vî rengî bidome, divê dewleta Tirk zanibe ku ev yek wê bê bersiv nemîne Tevî gelê me, ji bo azadiya Rêber Apo em ê berxwedana xwe bidomînin." Til Izêr destnîşan kir, ku sala 2017'an wê bibe sala azadiya Ocalan û gelên bindest.